27 car

bo «bêkes»y bawik û nîştimanperwer
From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  655 views
egêřnewe
ełên hemû sałê carêk
be asmanî girdekey «mameyare»we
xełkî hełoyek ebînin
berz, berz efřê
bîst û ḧewt car xul exwat û
ewsa leser
karêzekey «westa şerîf»
lenger egrê
dîsanewe bîst û ḧewt car
bałekanî leyek eda û
gwêyan lêye şitêk ełê
egêřnewe
ełên hemû sałê carêk
be damênî girdekey mameyarewe
çawyan lêye: circêkî řeş
le kunêkî tarîkewe
bîst û ḧewt car ser derdênê û
çawî heło eykatewe
be naw kunda û
eytoqênê
xełkî ełên: hełoy pîroz
řoḧî befrînî «bêkesPerson»ew
circîş «edmonzPerson»