paş wext

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  691 views
direng, direng têgeyştim
min demêk bû wek «karbon»y
jêr qisekanî to wa bûm
her - der kirdinewe -m leser bû!
direng, direng ewem zanî
ew řuwey to etda be min
wek pulî posteyek wa bû
le xełkî ket ekirdewe û
edna le min
direng, direng têgeyştim!