tem tûman

bo hawřêm, şehîd «azad hewramî»
From the Book:
Tem Tûman
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 17 minutes  1409 views
yaran beřşîyen ce zêd we zamin
gird tefreqe bîn çun xeyał min.
mewlewîPerson
ew řojey şax bêwaz bêwaz le berheywanî temewe
ser û milî xwênawîy xoy bo leqanî!
lare lare, be dem kizebay çirpewe
nehênîy şewî pêşmergey la dirkanî!
kê eyzanî?! wextê hatî
çi zû hatî!
dway tofan bû, gerdelûlî tirs û bîm û,
tem tûman bû.
hêşta zirîkey zemîn û qîjey dirext
wek zirîkey hełdêrawî daykanî gund,
daykanî şar le «ser»da eziringanewe!
wekû mindał hêşta kanîy
ewqî tirsî binî xoy bû!
derbend, eşkewt, mezar, baxçe...
wekû gewre, wekû ême
gîngił, gîngił
le gêjenî dûkełêkî pêçxiwardûda etlanewe!
wextê hatî pîredarbeřûy şan şikaw,
henaw kilor çawanî kizî xoretaw, řêy ḧepesaw
leser mile û qedpałewe sersam, sersam
be bałay toy biçkoleda eyanřiwanî!
kê eyzanî
wextê hatî.
ke geyştî
to ke cwanûy mêjûyekî
taze taze yał derkirdûy
agirekey babaguřguř bûy, zor biçûk bûy
to ew deme
ger xot girmołe kirdaye
le berçine gewrekanda cêt ebowe!
to ew kate
le «dwanzetîr» her tozê hełkişawtir bûy.
zor biçûk bûy.
wextê hatî, to ettiwanî
ger moteke abłûqet bat
le sindûqêkî boraqda, xot ḧeşardey, dabnîşî!
barîk, barîk
wek semelî gułegenim.
hêwir, hêwir
wekû kanî.
ke to hatî, dway tofan bû, tem tûman bû.
yekem zistan leser befrî nwa barîwî pêdeşt û
bin binar û gewey kwêstan, tak û tera
çend şwên pêyek be dway yekda
cê pêy dołpay nehengekey
dway newrozyan hełgirtibû!
cê pêkey toyş giçke, giçke
leser befrî nwa barîw, berew lûtke
biław, biław lêre û lewê, derkewtibû!
wextê hatît û geyştî
her yekem şew
derbend «baseřeLocation» pêy witî:
- ay çawekem çi zû hatî
bexêr hatî!
* * *
řê birdîtî û toyş řêget bird.
menził, menził.
aw ewendey toy tînû bû.
nan ewendey toy birsî bû.
ledway hemû gerdelûl û weyşûmeyek
wekû hîwa bałat ekird.
ledway hemû keřesîse û befranbarê
azar bûyt û gełat ekird.
ledway hemû ajawtin û ẍarkirdinê,
ledway hemû çuřçuřey areqkirdinê
řamtir ebûy
yałit çiřtir
gerdinit řêk û biłinditir
şaney hengiwînî bîrîşt şîrîntir û
piřtir, piřtir
ta řêjney azar beser
bejnî toda bibaryaye
wekû şax û
wek řankuçoẍekey berit
wiret kirijtir ebowe û řegit cîřtir.
* * *
řê birdîtî û toyş řêget bird
hendê car ew eygeyandî û
hendê carîş to beser dîwarî berda
serit exist!
řê birdîtî û toyş řêget bird!
şewî ’aşiqan dirêje
wekû pirçî dirêj û řeşî kurdistan
wek henasey bon newtawîy şewî kerkûkLocation
wek řîze tabûtî şehîd
wekû petî sêdareman
şewî ’aşiqan dirêje!
řê birdîtî û toyş řêget bird, kêłge, kêłge
birîn, birîn, hewraz, hewraz
her eřoyştî û
be herdû dest
’eşqî em xaket tow ekird!
le weyşûmekey «hekar»da
to lepêş «ba»we eřoyştî
pêş temenî xot ekewtî
le derałî kêwekanda,
le ba pêç û leber gêłey gewrekanda
řojî çend carê be mirdin xoy egeyştî!
le dewenî qaç tezîwî «hekar»ewe
bûy be darî «çermawendLocation» û
to aweha pêgeyştî!
berd toy nasî, ew wextey kirdit be serîn!
şexte be textebendî cê û
xuje, gijugya, berî tał,
be babołey xwanî befrîn.
şewî ’aşiqan dirêje! «syamendPerson»bûy
pişûy «sîrwan» le singita bû
tirîfey çawî ẍembarî mindałanî em wiłate
le çawta bû
to ziryanî em mêjuwe le dengita bû.
şewî ’aşiqan dirêje, toy syamend
řojane her, şewane her
řêgey «xecPerson»y
le xaç dirawî ’eşqêkî kurdistanî
le serta bû!
* * *
ew gerdugułî beyaneyş,
ke «segirme»t le xew hestan
to diłnya û, bełam gizing diřdong, diřdong
dûrunzîk şwênit kewt û legełta hat.
ew řojey to tîşk bûyt û
le caddey qîr peřîtewe û
legeł xotda «kerkûkLocation»t bird bo lay «nawzengLocation».
ew řoje to bûbûy be espêkî sipî
kuřjin û ḧîlet egeyşte gwêy «hewramanLocation»
to ew řoje le dozexî tirs û bîm û
lenaw nexşey ewqibûnda
çing leser şan metirsî û mergit řaw ena û
bûbûy be kuřî nêw dastan.
* * *
- řoj baş kake azadPerson, řoj baş!
çawit lême?! gwêt le mine?!
le diłopî řûn û germî çawanî ẍerîbîmewe
lew pencere teřanewe, wek tîşkî dway temêkî çiř
serinc edem.
min lêrewe, le serçawey giryanêkî
erxewanîy bêdengewe
binawanî şî’rî mengim wekû «nalîPerson» hełbestuwe!
çawit lême?! gwêt girtuwe?!
kałe û pêtawit ebestim, ’eşqî zîwînit zîn ekem
bem temeda dêmewe lat, řê der’ekem
wekû caran, lewsayş lawtir, etbînmewe.
eçînewe damênî řîze çyakey «çermawend» û
le sêberî dargiwêzêkî kakoł piřda
wek dû ask, dû pelewer
tînû, tînû, çaw piř tîşk be yektirî egeynewe.
- êwaret baş kake azad, êwaret baş!
le ber çawî awênemda wek dwênê bê,
wek îste bê ewa êware wextêkî
jêr keprekey «kanî tû»e
bonî xorinşînî siruşt,
bonî ewîn, bonî hawîn
wek beramey mîwey baxî geyştuwe.
ełqeyekîn wek goy bazin
dewrî ’aşiqî xakman dawe
wek pûreheng, hengî qise be yekda dê
bo dwa birûske û dwa şeř û dwayîn şehîd
ta maweyek wek berdî bin gom mit ebîn.
heta «dilêr» řêwasekey kelî «p.m»
mame xemey şax û çya
kuřî azar!
be denke qisey henarî tirş û mêxoş
sere wişe û bine wişey hendê car pis!
aw ezênête demman û emanxate kefezg û
ewsa îtir pêkenînman wek bałindey nizîk lûtke
ewîş efřê.
wek gêlasî ser kanîyeke, řûmetî to
bew qisane
le hemûman ałtir ałtir heł’egeřê!
* * *
- şew baş kake azad, şew baş!
wekû «qendîlLocation» toy lebîre! lebîrim dê
bo yekem car «mang»y şî’ir
le serbanî hawînêkda
leber çiray tirîfeyda
herdûkmanî be yek nasan
ta kazîwe be badey wişey sewz û sûr
mestî kirdîn.
bo yekem car xoşewîstîy şî’ir
le ahengî dengî toda
legeł «ba»da wek dû xunçe
çawmanî xiste hełpeřîn.
le yek katda:
to çek bûyt û to guł bûyt û to goranî.
le yek katda:
serit serî askekêwî
çingekanit hîy heło bûn
diłîşt kotrêkî sipî!
le yek katda
to baz bûyt û gyanî pepûlet têda bû.
ziryan bûyt û şiney şemałit têda bû.
to be bała darçiwale bûy
keçî liqit beřûy egirt.
to şarekey kerkûk bûyt û
keçî befrî hewramanit, tya ebarî!
* * *
- řoj baş kake azad, řoj baş!
- bîrtan ekem! emşew lewên şî’ir bênim û
bêm bo latan?
çawekanit wek dû zine
qułpyan eda be aweřoy zerdexene.
meçek tûkin, destit exsite serşanim
pêt ewtim:
- şî’ir çawe
şî’ir awe
ay ke tînûyn bo bînînî û, bo bîstinî
ew dîdarî estêrane.
xot û şî’ir bexêr hatin
serçaw hatin!
* * *
her ke sêber wek teterêkî be pele,
le piřêkda ehate naw derbendewe û
be qełembaz cêy xoy egirt
lepêş şarda û lepêş gunda
çiray be ême heł’ekird
tozê zûtir! hegbekem eda be şanda
wekû kestek bełam qurs
serberewxiwar ebûmewe
le pêçêkda gerûy derbend
wek pêçî çem, qûtî edam
şî’ir û xeyał, wirde wirde
wek pirûşey dem bařêze, eyanbirdim
ew wextey serim heł’ebřî,
dêy «çaława»y wişk û tînû
bew serewe wek le xaçî şax dirabê
yan piştawpişt řaw nirabê, wa eybînim:
xizawete derałî berz herçon biřom têm eřwanê.
herdû destim leber keleke û piştênda û henase swar
ebûm be liqe darî «bî» û ser’ekewtim
lewê hêşta gułî hetaw zerd nebuwe û
berd her germe.
piştên şil û şeket şeket,
şile şarîy, egeyştim
heta leser taşeberdî berdemî dê
řû le befrî ser hełemût
cigerekem pê ekird û da’enîştim!
* * *
wa derkewtin, gułe cerge pêşmergekan...
wa derkewtin
tak tak, cût cût
řewe espî em dołen û wa derkewtin
wek hełałe
řûgeş, řûgeş
yeke yeke le pencerey çawyanewe
eyanxistime piştyewanî diłyanewe.
* * *
- ey gułe cergî pêşmerge êwaret baş!
êwaret baş kake azad, êwaret baş!
şewî şî’ir û pêşmergeye
şewî cirîwey wişeye.
le dałanêkî dirêjî layek be naylon gîrawda
be dû řîzî em ber ew ber beramber yek
be çwarimişqî gwê qut gwê qut da’enîştin.
şewqî tîj û êcgar sipî,
loksî ser tenekeyek
sêberî ser û milman û lûley çekyan
be dîwarî ew berewe
çend keřetê gewre ekird.
dû řîze çawî kêwî bûn zît û wird wird
le çaweřwanîy keşkołî hegbekemda
le çaweřwanîy baranî hegbekemda
tirûkey xoyan mit ekird!
dû řîze çawî kêwîy bûn
le birîskey gilêneda, le temumjî sîmada
nexşey encin û payîzî dem be bizey
kurdistanit bedî ekird!
* * *
ke wextêkîş şî’irim efřî
diłî to yekem diłyan bû
ebû be şînayîy asman.
çawim lê bû:
le hełqirçanî wişeda: heł’eqirçayt.
le daçłekînî wişeda: da’eçłekît.
le şehîdbûnî wişeda: çawit esřî.
le gałtewgepî wişeda: pê’ekenît.
şewî şî’ir û pêşmergeye, wekû p.m
şî’irim eřoy, řewez řewez
doł be doł û lûtke lûtke û pêdeşt pêdeşt
wekû ewan şî’ir xoy ekird be şarda
wekû ewan le kemînda şehîd ebûn,
boye îsteyş le dîwanda
şî’irim heye wekû p.m destêkî biřřawetewe
şî’irim heye wekû p.m qaçêkî biřřawetewe
şî’irim heye wekû p.m çawêkyanî ledest dawe!
her danîştûyt û her şî’ir ecrîwênê.
direnganê ke wextêkîş
le seferî dûrudrêj ehatnewe
hêdî hêdî enîştinewe
çawim lê bû
ew çawane
yekem çaw bûn
boyan ebûn be hêlane!
* * *
le koçda bûm, ke «ba»y jehrawî peyda bû.
řenguřûy asmanî gořî,
daristan û çyakanî řişanewe.
lewê nebûm ke gerdelûlî kîmyay bondar,
bê bon be lûre lûr
le beẍdaLocationwe berew henasey kurdistan,
hełîkird û herêm herêm hate sertan.
le koçda bûm, ke «şêx wesan» bo yekem car
pîre gundî řîş sipîy min, bapîrey min
xoy û sed newey zyatrî, kuř û kiçî
xoy û sed coge zyatrî, liq û çiłî
firyay qiseyek nekewtin.
firyay xuřeyek nekewtin.
firyay lereyek nekewtin.
bełam çon bûn awa kewtin, awayş nûstin!
le koçda bûm, qaçim řeg bû lay êwe bû,
serim lêre.
le koçda bûm, to lewê bûy,
ke «hełebceLocation», şarî çawim.
henarekey ser liqî dił, gułezerdî deştî řengim.
zełmî dengim. hełebcekey xatû ’enberî mewlewî.
jine şoxî xezêm le lûtî şarezûrLocation.
daykî «nalî»
xinkaw negeyştime ser serî!
ew řojane lewê nebûm, êwe hore bûn,
lewê bûn. êwe «gułan» bûn
lewê bûn «şinrwê» bûn û lewê bûn.
êwe henasey sînetan
heway jûrtan
heway dertan
lêtan bûbûn be xwênexwêy şewey merg û
keçî ta berd, hetakû dar
hetakû aw, lepałtanda şehîd nebûn
her nebzûtin!
le seferî a em ’eşqe mezneda
le sûtan û hełqirçanî em ferhadPerson û şîrînPersoneda
le seferî řêy nehatî em tofan û
bawboran û řojjimêrî koçaneda
a lem řeşebay jehreda
ey gułe cergî pêşmerge!
dwanze sałe le kwê nebûn?!
ke wextê berd le sermada řeq ebowe
to lewê bûyt û behar bû.
ey semtûre êskisûke dengixoşeke
ey bałebanî hewramî!
wextê řûbar le tirsanda berewdiwa egeřayewe
her lewê bûyt û berewpêş, berew zerya,
to eřoyştî!
wextê xorey na’umêdîy řojane zor diłî exward
to şewane
kirmî awrîşmî qozaxey hîwa bûyt û
her lewê bûy.
le xerîtey tirs û jehra
le çwar werzey kost baranda
to pêm biłê! ey ’aşiqe çaw řeşeke
le kwê nebûy?!
ey ’aşiqanî hawřê
de pêm biłên
le kwê nebûn?!
* * *
- şew baş kake azad, şew baş!
to pêm biłê! tu xwa îsteyş
le şewanî mangeşewî kej û herda
ke tenyayîy destit enête jêr çenagey bîrewerî û
wextê xeyał beqed sêberî şaxekan gewre ebê.
direnganê ke deşt û der ebin be mafûrî zîw û
direnganê ke xişexşî gełayek,
be tarîkîy ḧeşar nadrê û egate gwê.
direnganê ke mang wekû şajnêkî egrîce zerd
be pilîkey kêwekanda hêdî hêdî dête xwarê û
leser şextebendî řinû řa’ekşê.
direnganê ke be hetwanî tirîfe birînî xak
aramêkî tê egeřê û kemê çaw lêk enê!
to ew kate, wekû ewsa,
wekû şewanî «hermêle»
be cût legeł «tare»ketda dêne derê?!
- şewî toyş baş wişey namo!
ey hawřê!
çît pê biłêm!
lew řojewe ke dû be dû
bo dwa maçî maławayî
baweşman kird be yektirda û ewsa îtir çiroy çawman
çend pepûleyek firmêskyan lê hełfiřî!
lew řojewe ke to berew payîze řêgey ẍerîbî
řoştî û wekû çiłe darê
şepol şepol awî şî’ir û
zemanêkî tûş birdîtî!
lew řojewe ey hawřê!
heta îste
se’at le dway se’at êre
çirke le dway çirke êre
wek asmanî, kostî darî, kostî berdî
kostî awî, hetakû bê
gewre gewre û gewre ebê!
ew asmaney ke to dîbût piř cirîwe
îste xezanî estêre û gełařêzanî tirîfe
seranserî dapoşîwe.
«mang»y şî’irit
wek hełebce
bêwejnêkî řeşpoşî gone û pence hełwerîwe!
çît pê biłêm!
dway to serdemî jehir bû!
serdemî «ba»y kîmyayî û
şehîdanî bê zam û xwên.
- bîstim goyjey silêmanîLocation û agirî
babeguřguřit birdibuwe lay şî’rî xanîPerson
bîstim şaxî hewramanit
geyandibû be badînan.
bîstim legeł «memPerson»y ewê
dû gerûtan kirdibuwe yek
dû sengertan kirdibuwe yek
dû tifengitan kirdibuwe yek
xewnî dêrîney- lawik û ḧeyran-y em
wiłatetan hênabuwe dî!
- tenha zerdexeney lêwî
em řojeman her eweye!
tenha tirûskey çawanî
em şeweman her eweye!
- em temumje estûre
tarîke, tarîke, tarîke!
- bełam xot serman enasî
agirdanî çi agirêke
hetakû momî penceyek lem temeda dagîrsabê
hetakûnî henaseyek a lem asmaneda mabê
ême lêreyn
xo to xot çawman enasî.
her řêgekanî «qendîl»yin
ta bin berdê
ta cê gořê
lêre hebê, ême lêreyn!
* * *
- řoj baş daruberdî wiłat, řoj baş!
şew baş ey «mang»y şehîdim, şew baş!
kiławkuřeyekim namo! bo hełebce, bo badînan,
bo ew, bo to
lem koteł û kostaneda, a lem jehirbaraneda,
min lêrewe
le bałefřêy giryanê bewelatir çîm ledest dê!
temaşa ken! qełemim birjangî teř û
gerûy wişekanim nûsaw,
min lêrewe, le honînewey pirçî xem bewlawetir,
le lawandinewey şewaney xew ziřawim bewlawetir
çîm ledest dê.
ewe her dû nîgakanim
wek dû kanîy binarî ton.
ewe serim her wekû pełe hewrêkî asmanî ton.
min lêrewe
le xew bînîn, le awiřdanewey esrîn
le pengxiwardnewey heniskim bewlawetir
çîm ledest dê.
lem byabanî gyaneda
lêre kê gwê leşî’ir egrê!
nek her nehenge gewrekan
lenaw dinyay řewişt le girêjene çûy
şerwał kesîfî emřoda, lêre û lewê
le cîhanî aługořî newt û xwênda, lem la û lew la
kê gwê le qîje û zirîkey mêjûm egrê.
em dinyaye hemûy qepatmey zilhêze û
kê gwê le hełebceLocation egrê!
nek her nehenge gewrekan
le cîhanî sûzenkawîy emřoda
heta birînî jêr çeqoy wek xom heye
lêre û lewê
şêwey azar û firmêskiman leyek eçê
piştî řê řê bûy herdûkman leyek eçê
ewîş wek min awazêkî awareye û
bo ’eşqî xak, bo ’eşqî aw
şî’rî wek qeqnes esûtê.
keçî, keçî, keçî
ke dête ser sûtanî min
bo nawhênanêkî şarî şehîdî min
wek kîseł milî ebate qawẍewe û
ebê be kursîyekey jêrî û
bêdeng, bêdeng, bêdeng ebê!
* * *
- beyanît baş kake azad, beyanît baş!
ey îstake legeł payîzî ’aşiqî em kurdeda
dwa menziłit birdote kam taze hewar?!
ey birîne řewendeke!
bem bařêze û befranbare, le kam hobey ewînî to?
le dewrî kam kiłpey agir
wek hełoy teř řawestawî û
haław le bejinit heł’esê?!
le «lêwjeLocation»yit
yan le dundî «kunekotir»?
legeł kołepişt û tar û çekeketa
şořişt birdote kam şax?
îste le kwê? lepena kam gaşeberda
řwawît û bûy be gêlax!
kam řengî pełkeřengîney
serubestî çyakanî?
sewzî?
zerdî?
narincît yan her sûrêkî awdamanî?!
ebê îste to çinûrî kam karwanî hewraman bî?
bûbî be kam kotreşînkey ser piley berz?
ebê îsta leber beroçkey hetawî
gwê awanda
legeł kam şehîda bidwêy?
legeł kamyan danîştibî?
lem temumje çiředa
lem şewe tarumareda
min ezanim to îstake
laytî destî pêşmergey germyanî!
min ezanim to beyanîyan zû şebeqî le kerkûk da
kulêrey germî ser destî
daykêkî taze řeşpoşî!
êwaranîş to tîrêjî
laksî tîşkî mijdeyekî
şaqułî berew zîndanî!
min ezanim to îstake nîgay qełemî
ser řêgey gułestêrey şî’rî şarî!
wa gwêm lêye
ey birîne řewendeke
le derbenda bûy be qaspe
lenaw çemda bûy be haje
le zîndanda bûy be çirpe
le bêşeda bûy be wije!
bot nageřêm
ey direxte řewendeke, bot nageřêm!
ke to hatî
tem tûman bû, dway tofan bû
ke to hatî, wextê geyştîte qopî
wextê yekem darbeřûman bexêrhatnî lê kirdî
to ew deme
zor biçûk bûy
le «dwanze tîr» her tozê hełkişawtir bûy.
bełam wextê ey ewîne řewendeke
bałit girt û «kunekotir»t becêhêşt
qoł le qołda
becût legeł perîy xanî mêjûmanda
tîjřew řoştî!
çawim lê bû, ke em care
be berzayîy
sinewberê, dû sinewber
to le «qendîl» beriztir bûy!
bot nageřêm, bo bigeřêm?! ke to îste
her ewendey:
dûrîy nêwan firmêsk û jûrî gilênem
dûrîy nêwan qełem û ser liqî pencem
dûrîy nêwan sîyekanim û henasem
le min dûr bî!
bo bigeřêm?! bot nageřêm!
ey ’aşiqe nemreke!