dîdenî

bo şehîd «fu’ad sułtanî»
From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  481 views
wekû nêrgiz sałî carê
be serdanê
ew dêtewe
be zirêbarda dêtewe
xewne û lepiř peyda ebê
egate cê û wird çawêkman pya egêřê.
lew wexteda
ême ełêy daristanî binarîn û
ewîş le lûtkey ser eçê.
wekû sałanî řaburdû
dîsanewe ême hemû
wek řeng û řû
moraney sał yek yek beřey
pêstî xwardûyn
giłołe benî qijîşî yek yek xwardûyn
’umrî xwardûyn
tyaşmandaye
lenêwanî dû serdan û
sê serdanî kak «fu’adPerson»da
se’atî diłî jeng egrê
wek burẍiwî kon bîrî eswê
ebê be qełemî ziř û
le ḧerf û wişe da’ebřê
ebê be hewrî nezok û
yek diłop baranî nabê!
wekû kefejîlkey ser aw
her satêke û îtir ewsa bizir ebê.
sałî carê ew dêtewe
bełam ew katey dêtewe
çonman dîbû
her wekû xoy
se’atî diłî wekû xoy
qed û řegî
pêst û bergî
her wekû xoy
bîrî, qijî, ’umrî, çawî
dengî, řengî, simêłekey her wekû xoy!
sałî carê ew dêtewe
le nakawêkda dêtewe
ême hemû, her hemûman
şepolman û kefejîlkeyş
baranman û şêre kulleyş
her le dûrřa be sêberya bedî eken, eynasnewe
bełam kak «fu’ad» be tenha
ew, be tenha
hemû sałê
le seranserî nexşeda
dû taqmiman ebînêt û
dû taqmiman enasêt û
yek yek destyan eguşêt û
legełyanda edwê û exwa û pê’ekenê û
eřwat û dê
ewaney wextî xoy neydîbûn û îste lêren,
ewaneyşiman ke wekû ew
mawnetewe û her birûskey xêray řêgen!