espêkî sûr

bo şehîd «di. ce’ferî şefî’î»
From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 12 minutes  1001 views
em careyan! komay xemêkî gyan besoy,
porgikirdûy em payîze direng wexte
bejnî sî sałey şî’irmî
wek piştî kurdistan û kost, çemanewe!
çi tewjimî azarê bû wa le gerûy şaxanewe hat û
wa be lûzew
řijaye jûrî tenyayî û henawmewe.
le tirûkey çawêkda bû,
tirûkey çawî gełayek,
tirûkey çawî wişeyek
berew gêjenî nuqmibûn lûlî dam û
lûlî dam û
wek berdî bin mitî kirdim.
kwêre hewał motekeyekî asin bû
henasey leber kêş û serway řewanim
girt û biřî lencey dêř û
şeqjinî û şew ahengî wek bałî çolekey
le keřesîseda, kesîre bû
wekû pencey sermabirdûy
gułê, qełemê, giznigê,
mindałêkî lanewazey nêw kiřêwe le cûłe xist.
be dîwarî berambermewe serincim
bû be bizmarî dakutraw.
em mame xemey qełemem
her be pêwe le estêrkî
firmêskekanî xoyda nuqim, ewq bû
to ewqibûnî tirîfey mangeşew û
gomêkî meksî baweşî zerdî xezan
bihênere pêş çawî xot, aweha bû!
to qułingêkî pêkiraw û lengerî bałî şikawî
bihênere pêş çawî xot, aweha bû!
tirsam, tirsam
nemwêra şî’ir bikeme ber çyay «asnigeran»y
a em koste.
min emzanî be berî ew teng ebin û
le qoł têhełkêşanî «ba» sirêşkî sardî ew,
leber gêłey kelepoy xorinşînî ewda,
çoẍey řeşim şîtał şîtał ebê û dwayîş
řewezî jûr hobekanî ewdîw «çoxmax».
kîjołe řeng peřîwekan,
wekû «beyan»
karjołe, masî, gułxunçe
daykanî sik wek nanî sûtawî «bokanLocation»
liçim lê heł’equrtênin û pêm ełên:
kwa em çawî şî’re be qed
çawî ew xwêney ew geş bû?!
kwa em sozî nêw dêřane
em zemawendî sûtane
hêndey ew pişkoy kispeye
be çize çiz û dûkeł û bokřûz bû?!
key bejnî řeşpoşî kurte bałay a em
qełeme egate a ew kacî zame?!
çon xermanî erxewanîy
ême be kîley şî’rî to, dê û epêwrê.
de lalo, lalo, lalo hestewe!
to ziryanî û swarî espe şêket bewe.
hestewe! be ben samotey zînewe
tifengeket, qełemeket
gwarey sûrî gwêçkey mêjûn
hêşta her elerênewe
de hestewe
de lalo, lalo, lalo hestewe.
hemû hatûyn be ser serî em heware nwêyetewe
wek şořabey birjangihełwerîwî payîz
giłimtikî ałhełgeřawî ser mezareket maç ekeyn.
de lalo, lalo hestewe.
befir bîstî, ha le dûrřa le şaxewe
berew «jîlwan» kilû, kilû wa kewtine řê.
gułan bîstyan, ha le dûrřa
le hewlêrLocation û sabłaxLocationewe
le qamîşlîLocation û botanLocationewe, berew gułdanî diłeket
çepik, çepik wa kewtine řê
de lalo, lalo hestewe!.
* * *
temumj bû, em dest ew destî ne’edî
tarîk, tarîk wekû gilêney nabîna.
le gwêy kêwda tirs û bîm eziringanewe.
jeng û jarî dway heres bû.
ximxorkî lîncî hełlûşer
heta gwêçke
espî eylûlî qût dabû.
şimşêrî «şa» û fîr’ewnekey koşkî beẍdaLocation
be řast û çep be çep û řast
yek ledway yek:
milî sinewber û serû û
milî beřû, bazûy gwêz û
pencekanî gułegenmyan epeřand.
ejdîhakey temûz parûy nermeqûtî
her jemêkî, cestey nermî askê bû
nan egrya.
aw le kenarî bêzar bû.
ew ser wexte tarîk nûtek, nûtek tarîk.
le çwar lawe dołpay paytext
kełbey cîřyan le jyanman gîr kirdibû.
şewezeng bû, şewezeng bû
çil momî tirûske kizman le «qendîl»da
esûtan û ke wextêkîş tewaw ebûn,
her be mêwî binî xoyan
carêkî tir û serlenwê
xoyan ekirdewe be mom
dîsan heł’egîrsanewe.
ême çil gułegenim bûyn,
le çil berdida sewz bûbûyn.
yek goranî û çil gerû bûyn.
mawłêkman hebû dem kel
bew mawłe le kêwî meḧał enewîyn.
le çyay tirs enewîyn
xoman çil û ḧevde tifengî xanebiř
ḧevde destî pence nuqsan
singîşman ena be singî beẍday mîk û řacîmewe
a lew dûřyanî bûn û nebûneda
lew gêjene û lew demeda
em dartuwe liqupop hawêj û sêber kiřey emřo
ew deme her biniçkêkî biste bałay qij xoławîy la terîk bû.
espî çwar pel agirînî emřo
espî kuřjin wek birûske û tîskey tifeng
yał řeşeba.
ew serdeme cwanûyek bû mêjûk, mêjûk
tazezawa bû lerzok, lerzok.
lew demeda lenaw quřgî nehengekey sawakewe
be ser demî gwêzanî tîjî sinûrî mêrdezme û dełe dêwda
be naw hezaran dawî barîkî całcałokey tirs û bîmda
řuwew «qendîl» berew lay ew baz û heło řeng sûraney
le derał û gewey şexte û kune gurg û
kilorî dar û direxta heway řeşyan wer’egirt û
henaseyan edayewe.
a lew demewe, lew wexteda
mirovêkî genmiřengî
le pyawî dastan çûy pêşîn
dîde pişko
mil kełî, tewêł piřşingidar
lêw be gułî bize pişkût
bon û beramey xak û xoł
le bergî şiřołey hatû
ehat û mile û hewrazî be pile û kûřî yek be yek
leber hengawya text ekird
be kołepşitîy nurdonanî małanî
sineLocationû, seqizLocation, sabłaxewe
be hegbey twêşeberey azîzanewe
wekû «memPerson» û «biraymokPerson»
ser’ekewt û ser’ekewt û ser’ekewt
ta leser peyjey řewezî daneberdî serî «qendîl»
serî wire
serî çira
egeyşte lay hełoy birsî
piryaskey çil cûte çaw têbřiřawî ekirdewe
ew wextey boy heł’eřiştin
ebû be cejnî daruberd
ebû be ahengî eşkewt
be zemawendî kosaran
tifengî bê fîşekdanman leser yek qaç
ekewtine sema û hełpeřîn
ew serdeme pûrehengî nêw şarekan
mêrûley sûrî jêr zewî
be çirpey ew dîwî dîwar
ew dîwî ku.
duktor ce’feryan naw nabû duktor ’ezîz
lenaw nehate sałanewe
ême diłopî baranî ewman nasî.
ême, zewîy pêst qiłîşaw
ew saławî behare bû.
bo çîlke û pûş û pełaşî ser sehołman
bo wişey gonekirdûman
ew berde estêy agirkerewey berdem
eşkewtî temen bû.
ême birîn, ew hetwan bû.
lew demewe wek dû awan
gyanman têkeł be yektir bû
lew řojewe bûyn be biroyekî peywest
be dû cemserî yek pird û
syamendPersonêkî ’aşiqî xecPersony şořş.
de lalo, lalo, lalo hestewe
swarî espe şêket bewe
de hestewe estêran ciłewt egirin
areqey zenguł zengułî
la mil û nêw çawit esiřn.
de lalo, lalo, lalo hestewe
hêşta zûbû, zûbû, zû
wadey em koçe kwa hebû?
de lalo, lalo hestewe
swarî espe şêket bewe.
* * *
ew katey şî’rîşim wek xom
ben kałey kałe û pêtawî ’eşqî best û
şaxî hełokanî kirde qîble û řûge
lewê le yekem seferî pełkeřengîney şî’irda
be jêr řêjne û lêzme û şewî gopałe baranda
ke be xom û hegbey be şî’ir awsî
be şan teketekkermewe
řûman kirde hobey deware şêdare
le naylon gîrawekanî êwey ’aşiqî azadî.
ber lewey ke pencekanman yek binasin
naweket wek gîzegîzî şiłxe hengî dem be şîle
le şanekanî nêw serma giřî exward
«di. ce’fer, di. ce’fer»
çawekanim binebanî dewareket bo egeřa
keçî to wek bewrê bêdeng
lela pankêkî nepnidî xwareweda
hêwir, tiruşket kirdibû.
derlinigî şeřwał ta ejno quřawîy,
yexey kirasê çirçuloç
řeng pê nemaw
dû nîgay jêr
çawîlkeyek zeřebîndar
etut řeşeřêḧaney mil
belarewe girtûy dway şestebaranî.
le werzêrêkî lay sine û seqiz eçûyt,
her wekû řastîy sakar û
wekû mindałanî bokanLocation to sade bûy.
to her lew gułanet ekird
ke le henawî berdewe ser derdênin,
bebê gułdan û şûşebend
bê bangeşe le jêy dezûley gyan eden
lewîşewe bo hewrebanî řeşêney
gilêneman pê heł’egirin.
wextê hatîte lamewe û destit leser şanim dana,
řûy bexende hełgeřawî
wek hêro ałit, tê kirdim
minîş gwêm na be gwêçkey wişey danar û řewantewe.
qisekanit wek genmî qendeharî
be pêz û wek gułemêxek bonxoş, bonxoş.
wekû diłî hejaranîş bê girêwgoł.
ke wextêkîş dwatir, dergay
qefezî singim kirdewe
pole şî’rêkim berełłay jêr dewar kird
ewsake toyş be gyanêkî qułpiderî serřêjewe
bûy be mizgênîy bałgirtû
baweşî sozit pyakirdim
germ, germ, maçit kirdim.
ey kiławe quçekey beřûy hejaran
ew baweşet kwanûy bekełe pişkoye û
le řoḧma sard nabêtewe
maçekanîş çiłe kacî hemîşe sewzî çwar werzey
řwawî naw yadgarmin wekû behar bîr naçnewe.
de lalo, lalo, lalo werewe
serberewe, wa werewe
swarî espe şêket bewe
ho be hoye û zayełeye
řêbendan û befranbare
şî’ir çilûre firmêskî hemûmane û
ta «azad»yiş wek bokane nazdareket
şořejnêkî ẍembare!.
de lalo, lalo hestewe
swarî espe şêket bewe.
* * *
emřo «çoxmax», laney piłinge çingupel
be çexmaxekanî ême
le mangî gîraw eçêt û tarumare.
xak be henîskewe serî
dirextî xoy heł’ekenê.
lûtke çaw teř û mil bekwên.
dem û lêwî yaranî şax
her lew geła werîwane eçin ke «ba»,
ke kizebay em payîze direng wexte
berew gořîçkey dwa’umrî xoy eyanba
kip bûnêke her betenha azar
a lem dołe kiz û xamoşeda
ebziwê û eziringêtewe.
em ber, ewber, řîze tifengî çaw teřî
pêşmergekan wek hełałey řûmet şeqar
be dirêjayîy henasey řêgawban û
be dirêjayîy giryan û
be dirêjayîy xemî sûr
her wekû le qonaẍewe řwabin
wa bûnete dû teymanî dewrî serî em
kotełe wirûjawe.
biřwanin û wirdibnewe
le çoxmaxe biçkolane û řûtełekey êmedaye
ke zirêbarLocation eřjête sîrwanewe.
şahoy ewîn
mil le jêr çeney pîremegrûnLocation heł’eswê
sabłaxLocationyiş bon enê be boy
henasekey hewlêrewe.
çekman çoẍey kerkûkLocation be ser
řankî hîway kirmaşanLocationda leber’ekat.
be sê řîz fîşek liẍewe
êşkigrî şewaney em xakî dayken
to biřwane eweta wa
bedem hawarî xwênewe sucde eben.
* * *
le bîrî - be quřeřeş çûy -
řabirdûyekî dêzmanda
ew wextaney ke řojgarman sîxuř bûn
be ser se’atî tirsawî şewgarmanewe.
wextê bexenebendanî xwênî yektir,
çilçiray şayî û loẍanî
êre û ewê û ewlay tirman,
bo paytexte simêł qîtekan sûr ekird.
lew demeda ke leber pêy şa û sułtanda
wek zerdemar, dûpişk be yekmanewe eda û emirdîn,
bełam îste le kotełî
em hemû ce’feraneda
le pencerey ew xwêne řûnakanewe
yek asogey sûrman heye.
kost le dway kost
xwên le dway xwên
her hemûman eçînewe
ser ew şařêge û şeqamey
baxewbax û telan telan
emanbatewe naw diłe dagîrsawekey kurdistan.
emřo «çoxmax»y dwayaney em ce’fere
bû be hemû nîştiman!.
toyş ey şehîdî kełeget
wekû nexşey wiłatekem!.
ey xacî řenc û lawkî dem azadî!.
gił meylbiřî to nîye.
gił be xwênî êwe henase edat û
demî birînekanî êwe karêzî jyanêtî.
eweta pêşmergeyekî şêw nekirdû
be piley xizî tarîkîy em şeweda heł’egeřê û ełê û ełê:
le pelepîtkey tifengimay.
nûserêkî wişe şehîd
dway nîweşewêkî xamoş
qełemekey řûy demit tê’eka û ełê:
lenaw bîlbîley ḧerfimay.
daykêkî xem destemoker
le jûrêkda tenha, wek xwa!
bê çiray mêrd, bê çiray kuř
ewîş ełê:
to sitûnî em deware û
kołekey ber heywanmanî.
mindałe çolekekanîş, peřubał teř
řûy demî xunçey xoyanit tê eken û
wat pê ełên:
lem zistanewe îtir to
şewane çîrokî êmey.
bo minîş to ew şî’re here nazdarey
ke hêştake nemnûsîwî!.
de lalo, lalo hestewe
swarî espe şêket bewe.
řêbendan û befranbare
hobe hoye û zayełeye
kwa wextî bû
a em koçe bêwadeye?
de lalo, lalo, lalo hestewe
swarî espe şêket bewe
çaweřwanîn de hestewe!.