derga daxrawekan

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 3 minutes  542 views
’umrêkî dûrudrêje
dirêj, dirêj hêndey pirçî
sipîy dapîrekey mêjûm.
hêndey kołananî tengî
xemî şaroçke û nêw şarim.
ke bîdeyte dem yektirî.
’umrêkî dirêj, dirêj
lêre û lewê
lem la û lew la
min sikałay řastî bûm û
min mezbetey siza û hawar
’umrêkî dirêj, dirêj
zamekanim be şeleşel
řazekanim be pêy petî û serî qotî
temtemen û exulênewe.
em koşk ew koşk, qapî û qapî
be xwace bêdarî miştim
yek be yek eqłîşênnewe!
lem la û lew la
min le wext û le nawexta
le derwazey em cîhane hemûym da
le dergay sûr
le dergay sewz
dergay sipî
le pencerey kongirey şîn
kongirey mor
řengidar, bê řeng, hemûym da
be laşîpanî ewewe
be şûşey çawî emewe
hezar car lepî xwênawîy
qîje û zirîkey xom pyanan
le şeqamî sîverewe pyaçûmewe
ta mezatxaney xwênekem le lozanda
pyaçûmewe
be řîz lêm dan
le çepewe, le řastewe
le dergay naweřastewe
pyaçûmewe
be řîz lêm dan!
be herdû destî biřrawî
dîcle û furatekem lêm dan!
be herdû qaçî biřrawî
kirmancêkî jûrû lêm dan
be kelley serî biřrawî
kirmancêkî xwarû lêm dan
lêm dan, lêm dan!
birînêkî darewan bûm
birînêkî şaxewan bûm
be dîwarî gwêzanyanda heł’eznam
leser dîwarewe be mişt, be herdû mişt
her bîlbîle û her gilêney hełkołrawî
şar û gund bû, bom hełřişitin.
wek diruşmê leser serim
pêstî sûtawî kunkunî
kêłge û mindałan û gułî
em wiłate hełqirçawem bo hełkirdin.
qîjem řwa
bû be daristanî azar.
xwênim bestî, bû be zirêbarî dinya
berdî lařê
kewte qise û hate ser řê û
hengawî na!
înca dirext leser qaçê, hengeşelê
řay’ekird û beser xwêna bazî eda
wirde, wirde
bokirûzim geyye lûtî
mangî deskirdû, kepûy xwa
keçî ewsayş
dirzê nekewte derwaze û
dirzê nekewte pencere û
lew serewe, lem serewe
lem bałqon û lew tarme û nihomewe
ne qijnê, ne ser řûtawe û wirginê
be laçawê
bo temaşayek, awřê
serêkyan xwarnekirdewe
milêkyan lar nekirdewe
ay lem dinya sozanîye!
be lay êskî giř girtumda çend têpeřî û
be tenafî qenaremda derpêkey xoyşî hełnexist!
ay lem dinya sozanîye
ta komełey dostî ajeł, mafî ḧeywan
ta ewanîş le kongire û leser lîstey
ḧepeḧep û miřemiř û zîkezîkî naw xoyanda
heqî seg û heqî mişk û
heqî pişîle û ajełî kurdistanyan
nawnûs nekird.
ta ewanîş basyan nekird!.