tacî xwênawî

bo hawřêm «haşmî kerîmî»
From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 3 minutes  827 views
ey gwêçkîley řastî diłim!
ey pencerey řojhełatî zamekanim
ey kurdistanî êranLocationm!
le wiłatî cibey řeşa
syamendPerson bû şî’rî tazem
geřa be şwên çawî xecPersona
şî’rî şeyday bałay «wirmêLocation»
wîstî destî
gułê bigrê
azadane pêbkenê!
wîstî dem binête demî
kanîyek řûn, geş hełqułê
zorî pirsî
hemû geřa û zerdexeney hîçî nedî!
xecim mange
mangî gîrawî zîndanî naw êrane.
xecim
wekû sêwelasûrekey baxî «bokanLocation»
milî lare û çaw piř le aw
wekû- zawabûk-y sabłaxLocation
henye řinraw, qij ałozkaw
îste gułan
wek řûmetî řengipeřîwî
mindałanî hemû êran
pest û sîs û bê tirîqen
çaweřwanî baranêkî
taze eken.
îste kanîm
wekû nîgay kîjekanî
şarî sine
lêłupêłn
řûn nabnewe, ta ew řojey
kundepepûy mêzer be ser
em wiłate cê’ehêłn
* * *
ey parçeyek le cigerm!
ey tacî xwênawîy serim!
herçî cibey axûndeye koy kenewe
wekû perdey şewî tarîk bîgirnewe
le «xaneLocation»we
heta seqizLocation
bîden be ser leşî toda
çiray birînî şehîdan naşarnewe,
ber le ziryanim nagirin
min dirextî em jyanem
to lew lawe min ebřît û
lew lay dîke min dêmewe
azarêkim çeşey tewr
ta bimbiřê min serlenwê
binç qaymtir eřwêmewe
ey awkujan!
herçî tałemûy řîşêkî axûndeye
be yekewe girêy biden
wekû gurîs
le «baneLocation»we
heta serdeştLocation
dirêj dirêjî kenewe
ewsaş demî honrawem û
tifengekem nabestinewe!
* * *
ey çekekey şanî řastim!
pardey qełay xorhełatim!
piştawpiştî zincîrey «şa»
le «kořş»ewe heta qacar
hemû řojê gułyan ekuşt
xwênî kej û herdyan eřişt
bełam dwa car
guł nefewta
kej her nemird
ewey ke mird şa, sułtan bû
ewey jya, ewey her ma
kurdistan bû!
* * *
ey sengerî piř hetawî řojhełatim!
gułałey singî şîrîn û
meşxełî destî ferhadim
mela witî: telîsmawîm.
dîwarêkî gullebendî zor řiqawîm.
bełam sibey na dûsbey
ke sêławî pengixurawey nîştimanim
řijaye ser
ser şeqam û gořepanim.
ewsa êran
cibey řeşî xoy da’edřê.
ewsa îtir be xec egem
be mindał û guł û kanî,
lêw be xende hemûy egem
ewsaş tarîkîy ezanê
ger telîsmê hebê û neşkê
hebê û nemrê
hîç neybiřê
be tenha her xorî gele
diłî gele
hêzî gele!