le zîndana çwardey temûz

From the Book:
Le Kořî Xebata
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  1385 views
dengêkî dûr,
dûr... êcgar dûr...
be astemêk egate jûr!
ey dengî dûr!
be astemêk egeyte jûr!
axo sipîyt yan řeş yan sûr?
were pêştir...
çon aw eřjête naw agir,
leřêy gwêwe, biřjêre gyan,
zîndanim piř ke le koł dan!
zincîrî pê,
kip be tawê, wek lokey gwê!
heway şiłeqawî zîndan,
binû, wek bermemkan enwê!
ba destiřêjî em dengey der
gulley manay, gwêm bipêkê
bełkû giřey tînwêtîy ser
wek top nałey bê û biteqê!
***
le lêşawî ẍełbeẍełba
bangêkî da le gwêçkem «ba»:
«řijêmî cemhûrî bijî!»
xew ebînim! cemhûrîy çî?
- ne’, xew nîye...
şayloẍanî cemhûrîye:
em deng û mijdey dûrîye!
sa leşî zîndanî mirdû:
bêre sema!
ey le bistê gořa zîndû:
mirdin nema!