lawkî sûr bo koryay aza

From the Book:
Lawk û Peyam
By:
Goran (1904-1962)
 10 minutes  1556 views
aşkiraye koryayîye bakûrîyekan (şîmalîyekan) komonîstin. herçî minîş be ayîn musułman û be baweřî syasî dêmukirat û be şerefî cînsîye hawnîştimanêkî ’êraqîm. bełam cyawazîy ayîn, cyawazîy aydyal, cyawazîy pêřewî fermandarî (nîzamî ḧukim) çîyan heye beser hest û ’atîfeyekewe ke le qûłayîy serçawey însanîyewe heł’equłê? be dû çawî zeq ebînim çeqo xirawete goştî neteweyekî azay azad, tenya leber ewey çon xoy eyewê wa ejî, pasewane řasteqînekanî dêmukiratîyş be hemû diłřeqîyek ełên: ne’, ême çonman ewêt ebê wa bijîyt! hîç kes nezanêt ême (danîştuwanî řojhełatî naweřast) baş ezanîn emane eyanewê kiłołî dagîrkirawî jêrdestyan çon bijî! emca, eger be boney beserhatî damawîy koryawe firmêskêkî diłsozane beser birînî herdûlay ewanîş û xoşmana biřêjim, baweř nakem kes bitwanê zatî řê lê girtinim be diła bihênê. «gułałe birayme... girî... girî / çûyne ẍezay naw gawrî» — folkilorî kurd
sîngiman řî (Syngman Rhee), mak arser (Douglas MacArthur)
 
azadîxwaz! girî... girî...
kewte jêr pêy dirinc, perî:
koryay azad: seranserî
dîsanewe bo sîngiman řîNamed-Entity,
text û taracî têk dira
le fermanî mak arserNamed-Entitya
mak arserNamed-Entityy xway sîngiman řîNamed-Entity
azadîxwaz! girî... girî...
***
nîştimanêk hebû: korya,
gelêk, serbest tyaya ejya,
gelêk eywîst berî řencîxoy
bîxwa û kilîlî gencî
nedate dest împiryalîst;
lêy qul bida nozde le bîst
gelêk eywîst fermandarî,
aẍay nebê û samandarî,
ta dest bate dest îstî’mar
bo mijînî xwênî hejar
gelêk eywîst aẍay xoy bê,
kełkî gişt: amanc û hoy bê
nehêłê têr her gaxor bê,
sikî birsîş ta dê zor bê,
poşte le cil dołab piř ka,
beşî lat her derpêy şiř ka;
gelêk eywîst ke řêy jyan,
bo pêş çawî hawnîştiman
řûn katewe û řûntirî ka
le behrey xwêndin piřî ka
dergay dezgay pîşe û huner,
bo řołey cûtyar û řenicber,
wa bixate ser gazî pişt:
xozgey bête dî komeł gişt,
gelêkî wa aza û serbest,
be baweřî azadî mest,
mêşk řûnak, piř le hêz leş,
xobext ker, be xebat çeş,
zincîrêkî tê ała bû
her hełqey hezar beła bû
zincîr: zincîrî dîlîy bû,
bo îstî’mar zelîlîy bû
kilîl be destî zincîrî
koysilîngNamed-Entityy makNamed-Entity: sîngiman řîNamed-Entity
çawî zeq, řep gwêçkekanî,
çeşnî tûley pasewanî
ta «dey!» ekird aẍay makî
çeştir ebû bo napakî
***
azadîxwaz! girî... girî...
kewte jêr pêy dirinc, perî:
koryay azad: seranserî
dîsanewe bo sîngiman řîNamed-Entity
text û taracî têk dira
le fermanî mak arserNamed-Entitya
mak arserNamed-Entityy xway sîngiman řîNamed-Entity
azadîxwaz! girî, girî.
***
tekanî da netewey merd,
biřbendî na le hełqey bend
qef qef biřîy hełqey zincîr,
wek le mom bey, be demî şîr
bełam, hêşta perçêk mabû;
nirkey xway dolar peya bû:
xway be diraw berçaw gêjker,
baweřî leq le xişte ber,
xway şeř, gunah, sitem, tawan,
ehremenî gewrey dêwan
mam sam xoy û ekwanî dêw
con połNamed-Entityy pîr, qilyan be lêw
legeł supay wirde dirinc
dayane ber deştî birinc,
dem axniraw le cinêwa
wirûjan le derya û kêwa,
le kê? le netewey korya!
boçî? çunke merde û wirya!
mil keç naka bo îstî’mar
bo napakî nawxoy zordar,
eyewê azad, yekgirtû
bijî, nek wek kurdî nustû
ehremen, ekwan legeła,
bombay etom le baxeła,
ser piř le sewday bedkarî,
zor be sûrî û be lasarî
bo ser korya tawî dawe
her koryay çî? korya dawe
danrawe bo kotrî şîn:
melî aştîy beheştî jîn
be řast û çepa egeřê:
xapûr eka û ekujê û ebřê,
wek diřinde laşey nêçîr
şiřşiř eka be kełbey pîr
şermîş naka, dařzîwe,
be limozî xwênawîwe,
řûy dem ekate encumen
-ax dest nagate encumen!-
ełê: her xomim pasewan
bo kotrî aştîy cîhan!
xomim qełay dîmukirasî,
bexêwkerî lat û birsî!
xomim le dest cewr û azar,
rizgarkerî koryay hejar!
xomim, xomim, xomim, xomim...
be koşkî dûsed nihomim,
be banqî piř le milyarim,
be kerxorî denûk larim,
be newsî ser îstî’mar çûm,
be wîjdanî her zû mirdûm,
be qêzim le pêstî bedřeng:
zerd û řeşî wek şewezeng
be řiqî zor zor beqînim
lew jêr destey lêy ebînim:
pelefirtê û dad û bêdad
bo jînêkî nextêk azad
***
azadî xwaz! girî... girî...
kewte jêr pêy dirinc, perî:
koryay azad: seranserî
dîsanewe bo sîngiman řîNamed-Entity,
text û taracî têk dira
le fermanî mak arserNamed-Entitya
mak arserNamed-Entityy xway sîngiman řîNamed-Entity
azadî xwaz! girî... girî.
***
ey mak arserNamed-Entity, mak îstî’mar!
hêzî pêşêl kerî hejar!
ey çengêzî jêr bałî dał!
kone tînûy xwênawî ał!
têẍî zor û sitem saw de
espî cîhangîrî taw de
biřo bigre û şeq û peq ke...
le dîlî gîraw çaw zeq ke,
pêş pê tênan şar xapûr ke,
asmanî wek tenûr sûr ke,
be agirî nîron - warî,
ba bisûtê şare û şarî,
emca le pişt mosîqawe,
be dem tirîqey qaqawe,
biçore ser cêy berzî şar
têr bimje heway boçřûk dar!
řenge xoş bê, paş pîrozî,
«saway sûtaw» boy bokřûzî!
bełam, neş’ey cewr û sitem,
diłnya be, mak arserNamed-Entity, kem
bixayenê û nexayenê,
rojêk sizay her edenê
eme xulî çerxe û te’rîx,
şîrî tîjî dest xway mêřřîx
řojêk ebê řû le zordar
werbigeřê û emca kuştar
bikewête berey naḧeq,
xawen biřwa û bernamey leq
ewsa, ey mak! to û tirûman,
bo lê bûrdin, bo hey aman!
řûy zerdî şerim, řûy daweşîn,
ekene kam xawen birîn?!
***
azadîxwaz! girî... girî...
kewte jêr pêy dirinc, perî:
koryay azad: seranserî
dîsanewe bo sîngiman řîNamed-Entity,
text û taracî têk dira
le fermanî mak arserNamed-Entitya
mak arserNamed-Entityy xway sîngiman řîNamed-Entity
azadîxwaz! girî... girî...
***
ey sîngiman řîNamed-Entity! ey sîngiman řîNamed-Entity!
pirsey meytî korya nagrî,
bo mak arserNamed-Entity pê ekenî,
şermezar bî, çen xayenî!
çen be paye desxeřo bûy!
çon dolar le xiştey birdûy!
girîman: nek serek, to şay,
xêwî xwar û jûrî koryay,
bełam, ’erşî naw kelawe
cêgay «bû»e, nek hî pyawe!
dolarêk, lêy kîsepřî
hergîz natwanî pêy bikřî
yek tik çîye, lew gişt awe
ke lay gel le řût tikawe,
le paşana to paşa nîyt,
nokerêkî aẍayanît,
her sûrfilêk lêt peya bê,
le heç kwê û heç katêka bê,
etwanê çon arezû ka,
le pûşî ḧurmetit fû ka,
des bate ciłewî karit:
çon boy bilwê qurs ka barit,
em sûrfiley çetewłe,
mû pûş řengey, řûy pêst şiłe
em bał řûtî, dû laq řûte,
hełqemçaw çenage û lûte,
pêwîst naka mak arserNamed-Entity bê,
her «yankî», bê, «con» bê, «cak» bê,
serek, ya wezîrî der bê,
be xwên le řegezî pak bê,
goşî şîrî îstî’mar bê,
ba tenanet xizmetkar bê,
madam hate muste’mere,
ger xwa nebê, pêẍembere...!
îtir, şay, wezîrî, serî
herçî to hey ey sîngiman řîNamed-Entity!
ebê ke dît çarey «yankî»,
gwêy xot řep key çeşnî «donkî»!
çon barit ka û bitdate ber,
wirtet le dem neyete der...
***
#
azadîxwaz! girî... girî... kewte jêr pêy dirinc, perî:
koryay azad: seranserî
dîsanewe bo sîngiman řîNamed-Entity,
text û taracî têk dira
le fermanî mak arserNamed-Entitya
mak arserNamed-Entityy xway sîngiman řîNamed-Entity
azadîxwaz! girî... girî...
***
ey netewey koryay nebez!
ey sî milyon le zerd řegez!
to her řeng bî, min her řeng bim
ger netperistim be peng bim!
ger nemewê serferazît;
be hestî xota şanazît,
ger dujminî azadîy to
be dujmin nezanim bo xo,
xwaye beşim her dîlî bê!
her řûzerdî û zelîlî bê!
çunke, korya, herdû laman
bo yek derd exwazîn derman:
koneperistî nawxoman
bote şimłêkî şeř boman,
řaykêşawe destî yarî
bo bêganey îstî’marî,
be herdû dujminî xwên mij,
be gişt çekê: leş kuj, bîrkuj,
têman berbûn, eyanewê:
ḧeqman hergîz çing nekewê
tekanêk beyn bo ḧeq sendin:
wek to dat, netewey mezin!
be hełpey dem eneřênin,
dinyaman lê ewrûjênin,
bełam peşme û xeyałî xaw...
çerxî te’rîx be çawwiřaw
bo hîç hêzêk řanawestê,
destî ḧeqdar kes naybestê
řaste: emřo yekman nustûyn,
ewî tirman zerde û mandûyn,
bełam řoj dê û eřwa û mawe
le hîç kamman negîrawe
emman le xew bêzar ebê,
ew toz le piştî etekê
ewsa dûbare pelamar
asane bo ser sitemkar
***
azadîxwaz! girî... girî...
kewte jêr pêy dirinc, perî:
koryay azad, seranserî
dîsanewe bu sîngiman řîNamed-Entity,
text û taracî têk dira
le fermanî mak arserNamed-Entitya
mak arserNamed-Entityy xway sîngiman řîNamed-Entity
azadîxwaz! girî... girî...
***
ey netewey kurdî birsî!
’ereb, hîndî, herkes, herçî!
em qewmawey korya, pende
bo gişt gelî dîl û bende
be zimanî wek aw řewan,
rûn wek řojî berî asman,
têman egeyenêt dujmin,
canewerî diř û newsin!
bem gişt kasey xwên gêřîye,
gilarawî pêşmergîye
te’rîx le peřey bê bakawa
enûsê û diro naka
ełê dewrî îstî’mar xoy
heł’ekenê bo xoy giłkoy,
ta ew zyatir dagîrkiraw,
bidate ber kełbey swaw,
qefî zincîr estûrtir ka
leşkir sewqî řêy dûrtir ka,
dyare çîn û gelî çewsaw
zûtir le xew hełdênin çaw,
zyatir xwastî bo řizgarbûn,
eyanxate coşî hełçûn,
ewsa dezga û dûkanî leq,
xot tund bigre bo şiłpey şeq!
xot tund bigre, ey îstî’mar!
ehremenî cewr û azar,
leber hêzî ḧeq xurawa,
hêzî wek agir coşawa,
hêzî řojî beramber şew,
hîy wiryayî beramber xew,
hîy yekêtî, hîy zat, baweř
lexoburdûyî... beramber:
hêzî tirs û lerz û sistî,
hîy guman û xoperistî!
xot tund bigre hêzî gumřa,
ta merganit dê le piřa,
tep ha! tirpet dê û linge û qûç,
boy ekewît de’bay wek ḧûç!