gyan

From the Book:
Siruşt û Derûn
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  1361 views
nazanim to çît ey gyan?
yarî nazdarî jyan,
hêzî leş cûłandinim,
hoy germ û sard çeştinim,
tînî diłey piř coşim,
bizwênî bîr û hoşim,
hawřêy hemîşey ’umirim:
lewsawe bûm ta emirim!
nazanim to çît? min çîm?
to min nîyt? ya min to nîm?
to dinyamî? ya dinyam:
toy tya hatûyte encam?
to û jyan kamtan kamin?
kamtan newtî çiramin?
yaxo pirşing kamtanin?
ya herdû: herdûktanin?
nazanim û ḧeyranim,
ey telîsmî jyanim!
her ewendim lê řûne:
encam le yek cwê bûne!
řojêk, sibey, dûsbey?
’ayen nîye çon, ya key?
to win ebî, leş emrê;
leş be yadgar qebrê
cê dêłê ta zemanê;
bełam, ey gyan! to kwanê
bełgey man û nemanit:
qebirit ya nawnîşanit?