awêney hestîm

From the Book:
Siruşt û Derûn
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  1029 views
her zeřřeyek le xwênî demarî piř agirim;
herçî ḧuceyrekanî heye kûreyî diłim
meşbû’î ’îşq û cezbeye, bo cwanî baqiłim
qabîl nîye feraẍetim, ḧetta ke bîşmirim!
nemdî demê le wextî tefekkur we meşẍełem
lêy têk neda xeyałî ḧusnî řabîte û qerar;
bîrim neçû le germexewa zîkir û fîkirî yar,
her ’îşqî bê biřanewe bû ’umrî kurt û kem!
herçen bitî cwanî be ’eksî peristişim,
her dûre lêm, le heykelî ḧuzin û qelenderîm
her sił ekat û bê beşî naz û newazşim
lakîn çi bak? řastîyekey: çi destełat?
maye û medarî teslyetî ’eşqî me’newîm:
bûkî xeyałî şoxme sergermî îltîfat!