bo bulbul
From the Book:
Firmêsk û Huner
By:
Goran (1904-1962)
4 minutes
2073 views
ey bałdarî êsk sûk!
bulbulî denûk biçûk!
baẍçe be baẍçe efřî;
wiçanêkî lê egrî,
kam serçił diłit girtî
dengî lê heł’ebřî:
kam awaze şîrîne,
řûnakî û neş’ey jîne,
be çwar dewrya epjênî,
dinya pê ekenênî
lew geruwe piçkolane
em neẍme berz û cwane
çon dête der? çon eřjê?
wa gyan esmê, hoş emjê?
ya ew tozqałe diłe
çon ewende be kułe?
ya çon ew nexte mêşke
bo fen buwe be bêşke?
çon? tu xwa çon? ey bulbul,
ey bałdarî behrezil!
ne perîyt, ne însanî,
ne qutabîy fennanî,
kam beste, kam goranî
sîḧrî řûte, eyzanî?
***
minîş lay xom hemîşe
şî’irim kirduwe be pîşe,
wek to, bełam em û ew:
yekem řoje, duwem şew!
şî’rî min kamyan ça bê
emca bê firmêsk nabê;
her xeme û her henase,
yade û endêşe û tase
şî’rî to, gişt nimûne,
awî serçawey řûne,
serbest eřwa û xuřey dê;
emyan le kwê, ew le kwê?
em şîrînî, ew tałî,
em fesaḧet, ew lałî,
emyan awazey şadî,
ewyan nûzey berbadî
bełam bulbul! azayî
eweye nebî bayî,
bem behre û bem hunere!
eger yezdanî gewre
lew nî’metey pêy dawî,
tozêkî nek tewawî
bem şa’îre hejare
řewa bidyaye, dyare,
minîş le to zyatir,
pesendiker û gwê lê gir,
serî bo keç ekirdim,
sucdey ebird, wek birdim!
***
minîş derûnim şad bê,
milim le bend azad bê,
dewr û piştim gułzar bê,
’umirim yekser behar bê,
berełła bim, bałdar bim,
dûr le meynetî şar bim,
perdaxî awim guł bê,
cêy ḧesanewem çił bê,
xwardinim, cil û bergim
be abřûm, xwênî cergim
nebête mał le serim,
bê minet bê û bê şerim,
diłim ewende mest bê,
kuncê nebê ke pest bê,
’eşqim wek ’eşqit pak bê,
piř le hîwa û řûnak bê,
ebedî bê û piř coş bê,
ewendey hî to xoş bê
minîş ey melî pîroz,
be yek çirîkey piřsoz,
bestey wat bo exwênim,
ke cwan cwan bilerzênim,
řûy kam gom şîn û menge,
kam dirext şox û şenge!
kam şax ke sext û berze,
bîxeme bûmelerze!
kam asman bê bine,
naxî piř kem le şine!
ya kam derya zor qûłe
binî bixeme cûłe!
bełam, daxî daxanim,
min mel nîm û însanim!
le dił, le mêşk, yezdan
bexşîwye be însan
çeşnêkî zor lay řeş bîn:
bo dinyay gyan, dinyay jîn!
ême ’umirman ta ser
endêşeye û derdî ser;
tirse û taseye û pirsyar
yek le şwên yek: sed, hezar:
bo çî zayn? key, çon emrîn?
çîman lê dê ke mirdîn?
çî řaste? çî diroye?
kam şit encam? kam hoye?
yan tenanet boç egrîn?
firmêsk le çaw boç esřîn?
îtir lem çeşne pirsyar,
yek le şwên yek be qetar:
emyan yexeman egrê,
cwabî emman pê nadrê,
ewî tir dête pêşê
wirdurd gyanman ekêşê!
***
ey bulbul! hejar xoman,
bê destełat, piř guman,
be deştî jîna wêłîn,
lew cêgayey cêy dêłîn,
heç kwê eçîn byaban tir,
cêgay tirs û guman tir
ey westay bestey şîrîn!
ême hetaku emrîn,
ya epirsîn, ya egrîn,
îtir çilon bixiwênîn,
wek to, wek gişt serxoşê
pyałey diłxoşî noşê?!