gułî kemxayen

bo cwanêkî sîlkuştû
From the Book:
Firmêsk û Huner
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  1024 views
le berbeyanî şebab û cwanîya ey guł!
gułî geşî pemeyî wek sitare pirşingidar!
le xendeta egeřa cîlweyî tulû’î behar,
le neẍmeta melî xwêndin ehate soziş û kuł!
le çawta dû gelawêjî řoşnî piř taw,
le naw şepolî fisûna nîgay exsite mele,
le pêşî pêy ḧusnita seranî danûştaw,
serî sicûdî ’îşq bûn beramberî qîble!
weham ezanî ke ey guł, nîgay şewqî zeman
le seyrî şêweyî şoxt hemîşe têr nabê,
weham ezanî ke hergîz kizey gełařêzan,
be naskîy pel û poy to «meḧałe» fêr nabê!
keçî çi zû, çi kitupiř le penceyî werema
leşî şil û pemeyît, ey gułî cwan, jaka!
çi zû twayewe ḧusinit le qirçeqirçî ẍema,
dû pêşe ma... ewîş eřzê le sîneyî xaka!
le lalezarî cwanît nîşaneyek mabê:
her ew fuẍaneye eřjê le matemî yaran,
her ew diłopeye etkê le dîdeyî giryan!
bełam emîn be! şew û řoj heta berudwa bê,
fuẍan û girye be şwênta biřanewey naye,
fuẍan û giryeyî paş to hetîwî sewdaye!