dûřyan

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  606 views
ger be denûk kotrî sipî
geła zeytûnî bo hênam.
eger kurdistan pêkenî
azadî leser lûtkewe
xoy nîşandam
şehîd witî: min diłnyam
řûbar witî: řûne řêgam
dirext witî: neřnirawe qed û bałam.
şeqamî şar
kanîy ladê
leber awêney asoda
gułebaxyan da le qijî
bûkî aştî.
ewsa minîş bo hêlaney
kotrî sipî
tenha her diłim şik ebem
pêşkeşî kem
ey serbestî!
egîna ne û kurdistanim
egîna ne û şehîdanim
ne û, ne û, ne û, ne û
çek her çeke
şan her şane
kurdistan her kurdistane
sengerîş her
heman senger
* * *
le îsteda
lenêwanî aştî û şeřda
min zamnî tifengêkî daxrawim
lenêwanî guł û giřda
min melêkî hełkuřmawim
eger derga leser dengim
pêwe dirê
ger azadîm bałî bikirê
le asmanî kurdistanda
serbest nefřê
çirkeyeke û:
min zamnêkî kirawey
tifengêkî teqênrawim
min řeşebam
min birûskem
min lafawim.
* * *
wekû ziryan pişû edem
bełam nanûm
wekû heło heł’enîşim
bełam lûtke qet bernadem
destyan hêna tewqe ekem
bełam destim qet nafroşim.
wek narincok leser kemer
da’enîşim
bełam hergîz
lêwî bêdengî nakirojim.
wek çon hajey
çem û kenar
bałinde û dar
cûte diłdar
le yektirî weřs nabin.
minî qurbanîş le şořş
le ’eşqî xak
le xakî yar
weřs nabim.
* * *
wekû sîrwan mandû nabê
mandû nebûm
wek çon pêdeştî germyan
leber hetaw bêzar nabê
bêzar nebûm
min ew dastane gewreyem
dway aşbetał
ledayk bûm.
* * *
ewsa ke çekî hełatû
le kiřnûşda û leser çok bûn
min jimarem pencekanî
her dû dest bûn
hendê penceş
bê nînok bûn.
bełam îste zeryayekim, nizarêkim
jimarey geła û şepolim dwayîy naye
min ew newroze pîrozem
kiłpey gyanî em mîlletem legełdaye.