řûbar

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  675 views
diłnya bin! şî’ir xwênme
řenge bo pestîy şajnêk
bo diłtengî padşayek
bo tirsî dway xewziřanî
kiçemîr û şazadeyek
be diłopê çend diłopê
zerdexeney xwênî şî’irim
wekû samał
diłî paşa řûn kemewe.
wekû hetaw
pestîy şajin řabmałim
wek gułebax
tirsî şazadey nenûstû
geş kemewe.
bełam her ewendey carê
çûm û xwênî şî’irim danê
diłnya bin lew satewe
wişem emrê.
řistem emrê,
bestem emrê.
keçî heman xwênî şî’irim
bem řojgare
řûbarêke û hejarî kurd
birînî leşî pêşmerge
kîjî pêpetî naw kêłge
yeke yeke
her cogeye û lêy heł’egirin.
keçî ta bêt:
mêwî bîrim hêşûy wişey
zyatir egrê.
bałî bestem, biłind û berz
efřê û efřê.
diłnya bin! şî’ir xwênme.
diłnya bin ew řûbare
madem serçawekey «ser»y
em geleye
ne kem eka û
ne wişk eka û
ne eşmirê!