le şewêkda

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 3 minutes  902 views
şew bû her pêşmerge û befir
be binarî şaxewe bûn
ke befir nûst
ewan wirdurd hatne xwarê
le çwar lawe hatne xwarê.
* * *
şew bû le berderkî sera
tenha çen segêkî xwêřî û
dû pîkabî zerd ebînra.
* * *
şew bû qirmejnî gulle
gwêy geřek û gořepan û
«sera»y keř kird
baranî giř bexuř daykird.
* * *
le çwar lawe destiřêj û teqe biławe
le jûrewe, le kunî kunî jûrewey,
çend małêkda
xa’înekan, wekû circî zirawtoqîw
wek tûtełey ber baranî,
le sermada leş‌ hełlerzîw
xoyan lenaw awdestixane û
jêr zêrabda ḧeşar dawe
le çwar lawe
destiřêj û teqe biławe.
* * *
le «daroẍa»
pêşmergekan wek řeweyek
«bewr»y çaw tîj
şarezay kołan û geřek
bist be‌ bistî
dabeş bûn û ewsa her bo
peng û ’îbret
kilkî çend caşêkyan biřî!
* * *
le «azadî»
dû pîkabî zerd, wekû ’ar
zerd wek sîmay «hêtlerPersonekey»
şarî beẍdaLocation
qîn barkirdû
çend tenêk tawan hełgirtû
dû yekaney zamdar bûn û
tîj ehatin
lenakawda, le pêçêkda
hełoy sûryan bo derpeřî
lûley serşanî giřhawêj
dozexêkî bo daxsitin
tya twanewe û
firyay dabezîn nekewtin.
* * *
her ew şewe le kanêskan
pêşmergeyekî ḧevde sał
le binkeda nawyan nabû
«hejarî zał»
barîkele û, leşsûkełe
wekû ask
çaw şîn wekû qubey samał
gerdî xemê le řûy nîştû
wek baxî gundêkî çołbû
lew şeweda demê xêra û demê hêwaş
carêk qît û,
hendê carîş be komekom
eçuwe pêşê
ta bigate ser bengełey dujminan û
be narincok dayanbêjê.
* * *
lenakawda «hejarî zał»
kewte naw telbendî bosey dujminan û,
be ełqeyek dewrî gîra
«hejarî zał» birûske bû, hate dest û
le gurge kiław řeşekan
çwarî xist û
le dwayîda şehîd kira.
her ew şewe,
bêjnigî laşey be piştî
zîlêkewe le qaçewe girê dira
be ser berd û diřkudałda
be lîtawda, be quřawda
řayankêşa.
her ew şewe leşî sûrî
leser textî meytixane fiřê dira
dujmin witî:
çeteyeke bênawnîşan
bêdayk û bawik
bêkesukar
bo beyanî ke xor hełhat
bînîyan wa:
le berdemî meytixaney em şareda
komeł, komeł
deyan daykî ’eba be ser,
kuř le kêwan
řeş eçnewe
be bêdengîş pałepesto û peleyane
hatûn termî, ew hełoye bibînin û
bizanin kuřî kamyane?!