bazořî

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  530 views
sûreçnarêk eypirsî:
-em şořebîye leberçî
serî xistote naw koşî
ew çemewe û, hełînabřê?!
kewêk witî:
-hêşta qît bû
hemû carê bazořîyek
ehat û eçuwe ser serî
be çirpe hewałî dinyay ew ber çemî,
pê egeyan.
êwareyek, bazořîyeke
mijdey pêbû, ke nîştewe
waşeyek xoy pêda kêşa
kewte xwarê
şořebî boy nuştayewe
derîbênê
destî negeyştê, nûqim bû
îtir lewsawe em serî
wa lenaw koşî çemdaye û
boy egeřê!