xełûz

bo azarekanî «necîbe»y xuşk û hawřê
From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  470 views
le şewanî kiřêweda
dêřê şî’irim cêy hêştim û
xoy kird benaw kûrey diłî «şajin»êkda
bangim lêkird: neřoy, nekey!
gwêy xoy keř kird!
ke destyan biřî û deryankird
tarîk û řûn, serkiz, zebûn
geřayewe
serincim da
bûbû be kiło xełûzê
bendim kird û ke şew dahat
agirêkim lêkirdewe
nameyekî, le sermada girmołebûy
le qefezewe hełatûy
ewînî «necîbe xan»m
leberda germ kirdewe!