pirs û urzekan

bo «xwarûy lubnan»
From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  402 views
herçî dirextê pêm ega, daway «ba»m lê ekatewe
-ba, le kwêye?!
-řenge êste le eşkewtêkda nûstibê û,
parçe hewrêkî nebarî
dabê beser serî xoyda!
-řenge xew bew hewranewe bibînê ke
deryan kird û neyanhêşt bêtewe małê
řenge nenûstibê û çawî
biřîbête daristane peřîwekan
«ke çolekeyek ekujrê
daristanê xem day’egrê»
-boçî êwe gełay werîw, be firmêskî
wişkewebûy ew nazanin?!
-«ba» le kwêye?!
-«ba»yek emrê
«ba»yekî tir ledayk ebê û heł eka
-boçî êwe temumjî ser «urzekan»
be haławî pîş xwardinewey
sîyekanî «ba» nazanin?!