gwêgirtin

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  480 views
baş gwê bigre!
ew wijewjey lêrewe to eybîsî
ewe neřey tûřebûnî bêşeyeke
řêge nada
tewerekan biçne nawyewe, pêka eden
baş gwê bigre!
ew girmegirmey lêrewe to eybîsî
ewe ḧîley řewe hewrêke řê naden
xêłî kulle, zînyan biken
pêka eden.
baş gwê bigre!
ew lirxelirxey lêrewe to eybîsî
ewe dengî şî’rêkî «semîḧ qasimPerson»e
boye emrê
řêgey neda
pişt bikate bêşe û hewr û
damênî xêłî mirdin û tewr bigrê!