12 û 23

katê zewî bo cûtyar nabê
From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  319 views
sipîndarê
ke sepanekey nexoş kewt
destî le hełpeřkê berda û
kiz kiz le jûrserya westa
sepanekey çawî sipî bûy, hełbiřî
-řenge dwacar bê bitbînim
ke koçim kird «12»t
bîrim ekat?!
-cêt nahêłim, legełta dêm
sepaneke bizeyekî werî û girtî
-bełam «23» diře
etfiřênê!
ke sepan mird
sipîndare ẍemgîneke
be dizîy «23» û, «23»y xoy biřîwe û
kirdî be sinûqî termî sepaneke û
legełya çuwe gořewe!