samał

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  388 views
maweyek bû, bûbûm
be aşnay
baran û befir û terze
bêzar bûm û xozgem exwast
bigeme lay dîdarî sewz!
geyştim, her maweyek bû
weřs bûm û
xewm be sirwey jêr kepir û
hêşûy darmêwewe bînî
xew hate dî
maweyek bû, bêzar bûm û
ḧezim ekird gełařêzan dampoşêt û
gwê le lawandinewey xezan bigirim
weřs bûm û maweyek bû
bełam katê geyştime lay xoşewîstît
ey kiçî cwan
samałî kird, bêzarîm û
toş bûyte hemû:
werzekan!