řêgayek

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  505 views
le bêşey «polîvya»da
řêgeyek serî lêşêwa
lebrî ewey biçêtewe
ser gundekey
xoy kird benaw ew şareda
ke demêk bû wêł bû bedûy
serî emda.
egerçî şarîş nûstibû
bełam řêge, řêgey geřanewey nema
naçar bû xoy boxoy westa
hetakû şar
lexew hesta!