xew
From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
1 minutes
792 views
le bazařda,
kulêreyek wenewzî da û
le kopanekey «bile»y ḧemałda
xewî lêkewt
le xewya xoy dî, botewe
be hewîr û,
be zor bo «mîr» eykenewe
ew satey wîstyan
pêwey den
girya û le tirsa daçłekî
«bile» hatewe û kulêre giryaweke
çawî siřî û boy pêkenî
witî: oxey to emxoyt û
xewekeyşim,
nayete dî!
kulêreyek wenewzî da û
le kopanekey «bile»y ḧemałda
xewî lêkewt
le xewya xoy dî, botewe
be hewîr û,
be zor bo «mîr» eykenewe
ew satey wîstyan
pêwey den
girya û le tirsa daçłekî
«bile» hatewe û kulêre giryaweke
çawî siřî û boy pêkenî
witî: oxey to emxoyt û
xewekeyşim,
nayete dî!