řaber

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  406 views
dirextêkî «řodîsya»y
mat û melûl
be şarêkî pêst řeşî wit:
wiłatekem
ke «xem» řêy kewte geřekî giryanî to
ew çawê bû
hîç firmêskê ney’enasî
geřîdeyek bû nexşekan
be serdanyan ne’ezanî
lat mayewe û to nawbangit be ew derkird
to bûy yek yek
be nexşekanî wek xotit
enasand û, le pêşyewe
eřoyştî û,
çiray berdemît heł’ekird!