çawîlke

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  546 views
şew çawî xamey kiz kirdim
xamem birde
lay řûnakîy çawekanit
temaşay kird
çawîlkeyekî bo nûsî
katê xamem çawîlkekey
kirde çawî
wişey xem û janekanî
gewretir kird!