paytextî giř

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  550 views
êsta lewê...
be tewqîtî paytextî giř
çirke û deqîqejmêrî
se’atî xwên
lenaw leşî xołemêşîy
«esmere»da
katî ledaykibûnî dway merg
nîşan eda,
«erîtîrya» bałindeyekî řeng sûre
berew estêre sewzekan
bałî sengerî girtuwe û
hełfiřînî berew jûre.