jwan

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  861 views
kiçe şwanê
eçû bo cêgey jwanê
le řêge çiłe nêrgizê
witî: cwanê
tika nakey le memanê
destim bigrê û bimbat bo lay
kuře şwanê.
memkî qutî turit û sipî
serî le baxî kirasî kirêşewe
birde derê
witî: were
bełam ba gund pêy nezanê.
řojî dwayî nêrgizecař
xoşewîstî kiçe şwanî
kird be çepik û
legeł dengî «mamlêPerson»da
nardî bo şar!