sûtan

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  639 views
be pêplîkaney tirisda,
tarîkî her wekû dizê
bo derûnim şoř ebowe,
katê geyşte naw diłim
wîstî destî
řabkêşê
le piřêkda
xoşewîstîm dagîrsan
tarîkî û tirsim tya sûtan.