mel

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  626 views
xoł û doyan kird be serî
baxçeyekî «esmere»da û
be piştawpişt
gułekanyan
swarî piştî çiqłekan kird.
darekanyan «daristan û şarbeder kird»
herdû çawî awyan kwêr kird.
leber ewey melekanî ew baxçeye
beyekewe heł’efřîn û, qoł le qołda
bo cêjwan, eřoyştin
pêkîşewe le meydanî gewrey şarda
be mindałan egeyştin
leber ewey melekanî ew baxçeye
eçûne ser hewrebanî
małî paşa eyanxiwênd û
heł’enîştin!