zîndan

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  966 views
le «konẍo»da,
řojê zîndanê le qełay
xoy yaxî bû
le kirdinewey dergakanî xoy manî girt
daway řûxanî xoy ekird!
bastîlekan ko bûnewe, zîndanyan girt
xoyan be xoyda hełwasî
wityan biłê
kê enasî?!
zîndan bergey ew azare
sextey negirt
naçar bû «î’tirafî» kird,
be destî xoy
nawî milyoneha kesî
bo bastîlî dadga nûsî!