coge

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  712 views
lenaw hołêkî «nîwyorkLocation»da
mêşkî kurte çîrokêkî
«řeş» yan pijan
xwênî dengî «giftugo»kan
be şan û milî şanoda
hatne xwarê û,
cogeyan best
katê polîsekan wîstyan
kelepçeyan bikene dest
cogekan bałyan lê řwa û,
em careyan
bûn be hełbest.