beřêzîne

From the Book:
Min tînwêtîm be gir eşkê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  495 views
pencey agirî honrawe, dirêj ekem
bo çawî serberewjêrî naw şarekem.
bo çawî dîlî şewezeng,
çawî bê sipêney çinok
ew çawaney řûnakîy naw diłyan firoşt
ew çawaney dway hełkołîn,
bo tarîkîy hatne serçok.
pencey agirî honrawe dirêj ekem.
min be agir zamî nasor sařêj ekem!
beřêzekan!
beřêze xanedanekan
çîtan kird bo wişey birsîy
-qani’Person, bêkesPerson, diłdarPerson, goranPerson?-
çîtan kirde ber zistanî
řûtuqûtî jînî ewan?
çepłey germî bîrewerî?
nawnîşanî şeqamekan?
beřêzîne!
lenaw gořî jyana bû,
bêkes, witî:
peykerî ałtûnî dway xom
edem be nanêkî êsta!
nan, nan
her tenya nan
beřêzekan!