dizîn

From the Book:
Min tînwêtîm be gir eşkê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  622 views
lêyan dizîm, řengî tabloy zamekanî
hełbestekanyan, lê dizîm.
lêtan dizîm, gilêney çawî samałî
minałekantan, lê dizîm.
henasey singî şeqarî,
singitan dizîm.
destan, dizîm
qaçtan, dizîm
heta goř û heta kifnî:
şehîdekanîştan, dizîm.