gîngił

bo hawřêm «ḧiseyn ’arf»
From the Book:
Min tînwêtîm be gir eşkê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 10 minutes  2524 views
bot egeřêm û nîweşew lenaw bêjengî gumanî satekanya,
sûřim eda, bîrekanim: embêjnewe.
sûřim eda û le çołêka ke aw: xewî asmanêke nezok,
cêm ehêłê. qaçekanim: emgêřnewe
cêm ehêłê û xêłî tirsî cênîşte lenaw quřgî nehenga,
emdoznewe. destekanim: emřininewe
emdoznewe û be sitûnî yek be yekî dewarekanî tawana,
embestinewe. leşim le serim win ebê
serim kitêbêkî kone lenaw taqî mêjûyeka danrawe.
tozî şipirzeyî eyxiwa - ser leser ser hełçinrawe -
xetekanyan dawin, elkên be qaçî całcałokey řojekana
leşim xwanêke le jûrî newsekanma řaxrawe.
bot egeřêm û nîweşew herêmêke bêdengîy dagîrî eka
xewe xorî em herêmey xesanduwe
xew bikujin, xew lem herêmeda derken!
bot egeřêm û nîweşew řew be şî’rekanim ekat
řewêk, sinûrî nexşekan esřêtewe.
řewêk, zemanî bestote piştî hengaw.
geştêk, «cêga» le koł ekat.
bot egeřêm û şêwey tom nebînîwe
bot egeřêm û ebînim: zeryakanîş lêm tênagen
«min mebestim le zeryaye û êwe ełên lêt tênageyn»
de řayjenin, ew azarane řajenin ke hewênî
gîngił danî şa’îrêkin nehênîyekan eypişkinin.
nehênîyekan çingî şenin, lêkdanewem le werzêka beba eden
ke hêştak û gułegenim nazanê ew boçî ئەڕۆێ!
ke hêşta çawim nazanê - temaşay - boçî ekujrê!
boçî emirim? boçî estêrekan namirin!
bot egeřêm û temaşam be sêdarey nîweşewda hełwasrawe.
bot egeřêm û
le pirsey bûnî xoma leber nehênît heł’esim.
nehênîyekan byabanin, mêşkim limî tînûyane
lem çołeda karwanî pirsyar řêçkeyan
řuwew karêze û naygenê
řaberekan hatin, win bûn, pirsyaryan kird
yek ledway yek çořanewe û bûne haławê le qubey
naw telîsmî pirsî tirda.
«serim balîfî gerdûne û hemû şewê
derzî’ajnî xoy ekat.
hemû şewê koçê eka û nagate cê.
hemû şewê le berdemî dadgayeka
biřyarêkî hełhatuwe!»
bot egeřêm û nîweşew xerendêke des enête bînî wişem.
bot egeřêm û nîweşew tabûtêke cîhanî tya řakşawe
«tarîkîy paçêkî řeşe binaẍey koşkî gumanim edatewe,
le tarîkîda, namey řoj exwênmewe»
bot egeřêm ey kîşwerî çawî winbûy xoşewîstîm
ey estêrey xwanşînî nedozrawe.
wa lem şeweda «gilgamşNamed-Entity» dête ser bałî sîmirxî dastanekem
carêkî tir efřêtewe û em keřete guman ekat le «enkîdoPerson»
em keřete hełoy çawî ew dîw asman bedîy eka.
guman eka!
guman eka!
guman eka!
kê ełê «odîb» řewaney dozex kira û peşîmane?
kê, kê nałê dawênî daykî, be çiřnûkî circî şehwet,
ke eřnîy, ney’enasî?
ey kê nałê, ey kê ełê, ey kê nałê?
legeł bangî melay mizgewtî selcûqa
beyanî bû, ke ałoşê le hêlaney
arezûy jûrî ḧeremî- xelîfeda-
serî le řeḧma ecuqa.
hawřêkem serekhozêkî şarîy bû
hemû řojê le guzerî banqekana,
be kiław dînarî egirt!
«heye kałe û pêtawî bo lepê eka û naşîgrê»
hawřêkem hemû şewê kajêkî tazey der’eda û,
pêstêkî key leber ekird
bo beyanîyş le wanekanî «markisPerson
bermałekey «miḧemmedPerson»y ekirde koł.
cařî eda:
ke «yehûda» bêgunahe û,
«mesîḧ» ser, serî xoy nebû!
ey kê ełî, ey kê nałê, ey kê ełê?
bot egeřêm û nîweşew waşeyeke leser lakî řojekanim heł’enîşê.
bot egeřêm û galîskey em şewezenge serewlêj:
tirsî koylem, be dway xoyda řa’ekêşî.
tirsî koylem, zamekanî be bêtfirin û nahêłê
azarekan lenaw pêxefî pişûda bêxem binûn.
«çon ehêłê em şanoye tablokan bişarêtewe
çon ehêłê mêjûy ekter lejêr demamkî «mekbepa»
wek «mem» bidwê
çon ehêłê gyay henasey «deydemune»,
le zelkawî sîyekanî pîrêjnî ferhadkujey,
řiqa biřwê, çon ehêłê»
demamkekan hełbenewe em şanoye heres dênê.
demamkekan hełbenewe em şanoye heres dênê.
bot egeřêm û nîweşew gořhełkenî şarî xewe.
bot egeřêm û gumanim esp swarêke hatuwe, amade bê
le jwanî yek nasînî ledaykibûn û mirdinma
esp swarêke hatuwe û nehatuwe
simkoł eka û dabîn ebê, dabîn ebê û simkoł eka.
ciłew egrê û ciłew nagrê!
bot egeřêm û gumanim tewrdasêke dirextî sałekanim,
eka be çend kertêkewe:
le kertêka: wa etbînîm çawit bote yaney hemû serxoşekan
memkit bote qubey hemû mizgewtekan.
le kertêka wa etbînim qaseyekî û kilîleket natkatewe,
natkatewe ta bełênî çend lîreyekî pê nedey.
wa etbînim xencerekey «pirotos»y û,
desawdes dinya tey ekey!
«guman ekem, guman ekem»
ey nabînî řûbarekan hełsawnete serpê û bangî,
byaban eken ke lêyan bixonewe.
ey nabînî ke şax bedway befrî lêdzirawya wêłe.
ey nabînî bałindekan bekomeł manyan girtuwe
le nîştinewe,
dirextekan le sewzbûn.
ey nabînî birûskekan lenaw çawî hewrekana,
termî baran be şanî xor egwêznewe!
le dûkeła zerdexeney nemamekan edoznewe.
ey nabînî? ey nabînî?
pencey bêdes lenaw fêstîvałî xwêna şimşał bo mirdin ejenê
ey nabînî:
em gerdelûle çon zerya řa’ejenê!
«guman ekem, guman ekem»
ey nabînî her dergayek le řûy tîşkêkî aware û
řawnirawda bikirêtewe, tewrekan çon morî eken!
ey nabînî her nameyek bo baran û nan û gułî
yar binûsrê miqestekan çî lê eken!
ey nabînî her nîgayek biřwanête ew dîwî sinûrî bînînî
sûjnekan, çî lê eken
ey nabînî, ey nabîsî:
her «zimanêk» lengerî qise le gwêçkey,
dîwexanî şarda negrê, gwêzanekan çî lê eken!
«wîstim ewe le zeryayek bigeyenim
ger cogekan nebin, najî
- xinkandimî -
wîstim ewe le birûske bigeyenim
ger hewrekan nebin, najî
- sûtandimî -»
-to kêy? to kêy?
-hetawêkim be bê aso!
-derkirawî?
-lew katewe diłnyaym bestotewe û le sereřêy
gişt kesêkda, nîşaney kaseserêkî nwêm danawe!
-çon heł’ekey?
-nan be bêşermîy nawçewan nabirjênim.
-minit dîwe?
-ke mirdinim le lêwarî tirsa bînî.
-nawit çîye?
-nawit çîye?
bot egeřêm û emşewe le wêraney zemînêka řengî guman
be çwar dewrî aynzakana eřêjê.
dengî guman eda be gwêy ew seraneda ke leşyan
ser awî - amûn - kewtuwe.
«berd heye û aw nîye, nîye
ger lêreda aw hebwaye ewestayn emanxiwardewe»
bot egeřêm ey kîşwerî çawe wêł û winbokanî xoşewîstîm
ey estêrey xwanşînî nedozrawe!
asom berê.
aso heye?
-ke çawî xom ekeme kwanûy biłêsey nehênîyekan
katê «sûtan» berzim ekatewe bo lay
êşî mergî swê bûnewe
-çî ebînî, çî nabînî?
-awênekan tîşk danewe xwar eken
awênekan naçne berdemî řuxsarê, çawekanî
xirabne dozexewe.
awênekan bê awêne, naxene řû
awênekan diro legeł hetaw eken
le nîweşewda nabînin.
1-awêneyekî şarekem ew demuçawey şardewe
ke yasay meytixanekey be xwênî demî mor ekird.
awêneke: řengî zerdî exwardewe.
2-ke «pîkasoPerson» kewte ałtûn małîy kirdin
le awêney tablokanya xoy ebînî:
mîrêke swarî fiřokey pare buwe
-dirawsêkey wênekêşê bû ke banqî
xwênî parîsLocation, heftey carê
be çend firenkê çekêkî edaye des
lecêy xwênî hełhêncirawî!
3-biřwaname egořnewe û le şewêka awis ebin
ewey ebêt nîwey mare û nîwey însan.
4-karwankuje ke karwanekan ekujê
le pirseşyana firmêske û da’enîşê.
5-řêk ekewîy?
çaw be genim
xurma be gazî jehrawî
tûtin be koşkî sereta yan kotayî
řêk ekewîy?
6-ke nanyan kuşt ebwaye hozî giř biçin
bepîr dasî bêdestewe.
ke awyan kuşt ebwaye hozî daristan
hełsin, biçin
bepîr gerûy zerdeştewe!
7-kulle le eşqî çawî gułegenme
gera le hêlaney birsêtîda exa?
ew diłdare?
8-ey nîştimanî xołemêş! ger to agirdanî şew bî
xoşewîstîy min pengire
ger to quřgî giřey hawarî tînû bî
minîş tasem awî sûle
ey nîştimanî xołemêş!
demamkekan hełbenewe em şanoye heres dênê!
ey kê ełê? ey kê nałê? ey kê ełê?!
ey kê ełê? ey kê nałê? ey kê ełê?
ey kê ełê? ey kê nałê? ey kê ełê?
bot egeřêm û řûtenîy em zemîne mêrû lenaw,
şare gumanî temenma ewrûjênê
bot egeřêm û çawî xom be dway birjangya awarey
giryanî naw pêłûyetî.
«lem şeweda werdyanî bendîxaney henasekan,
be postałî gwêzanewe be ser řařewî naw singima,
dên û deřon.
lem şeweda azarekanim lepşitî hawarekanim bestuwe»
çawit guman le bînînî ekat.
ba lêrewe seretayek le giłołey yaxîbûnim bereła kem,
berełła be ey ew bazey bałekanit le estêrkî,
janî řojgarim wer’edey
berełła be û be denûkî tîşkekanit çawî em şewe derbêne!
gwêçket guman le bîstinî ekat.
-bo kwê biřom çawekanim asmanêkyan hełgirtuwe
piřn le termî estêre.
bo kwê biřom ke serim şwênim nekewê
bo kwê biřom ke asokan hełfiřînyan
lebał qedeẍe kirdibê, bo kwê biřom?
leşt guman le hestanî eka
bot egeřêm û nîweşew tûnêlêke şemendeferî bêdarîm,
heł’eluşê.
bot egeřêm û nîweşew qirjałêke,
xoy le bincî wişekanim ałanduwe û,
hetawî gişt ḧerfekanim heł’emjê!
bot egeřêm û nîweşew lenaw bêjnigî gumanî satekanya,
sûřim eda, sûřim eda û le çołêka ke aw: xewî,
asmanêke nezok cêm ehêłê, cêm ehêłê û xêłî,
tirsî cênîşte lenaw quřgî nehengida emdoznewe,
emdoznewe û be sitûnî yek be yekî dewarekanî tawana,
embestinewe û serim le leşim win ebê.
bot egeřêm ey kîşwerî çawe wêł û winbokanî xoşewîstîm
ey zemînî xwanşînî nedozrawe,
bot egeřêm
bot egeřêm
bot egeřêm.