le govarêkî bêganeda

From the Book:
Kejawey Giryan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  610 views
1- çek
le witarî govarêkî.. dûrułata
lenaw dêřî azadbûnî dway xebata
le beharî baxçey gułî ber awata
leser lapeřey yekemîn
be gewreyî, wa nûsrabû:
-çon serkewtîn?-
înca ełê: pêş ewey, be leş řapeřîn
ême be gyan řapeřîbûyn
yan ber lewey senger bigrîn,
êmey zîndû,
xwênman lenaw lepî desta hełgirtibû
ber lewey senger hełkenîn,
sengerî baweřman hebû
lenaw gyana, lenaw bîra, zor lewewber
amade hełmankendibû
ew çekeyş hełman girtibû:
her asnî sardusřî bêgyan nebû,
mirdû nebû
her gulleyek qałkirawî baweřê bû
lenaw kûrey jyanmana
wişey pişkoy nekujawey agirê bû
her çek nebû
çek û bîr û ziman û dił hemûy yek bû
2- serkirde
serkirdeman wekû xakî êmey tînû
ewîş tînûy serbestî bû
legeł birsîya, birsî bû
wek zistanman, ewîş mat bû
wek beharman, ewîş gyanî piř awat bû
serkirdeman: wêney lenaw firmêska bû
katî giryan
le diłopî xwênînda bû, katî řijan
dengî lenaw lawanewey daykana bû
katî, cerg hełkiřûzan!
destî lenaw destî karî cûtyara bû
katî kêłan
serkirdeman: biřway wekû:
xor řûnak bû
wek derûnî řeşuřûtî em wiłate
sade û pak bû
serkirdeman: çawî wekû em kêwane
beramber dujmin samnak bû
biřwa û çek û serkirdeman legeł yeka
le baweşî çarenûsî sengerêka
bo řizgarî, kewtine cengîn.
heta xwênî serkirdeman beser çeka
řija û tika,
wa serkewtîn!