zistanî temen

From the Book:
Kejawey Giryan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  962 views
çawî zistan, bêwenewze, pêłûy aramî lêk nanê
şestebaran hezar behar, nada be kułî giryanê
şewî tarîk weha çokî leser singî şar dadawe
le seywanî her małêka, dar’erxewanê řwawe.
***
hewrî řêgir le hetawî xorî newrozî hîwa
wekû xefet cerg û diłî samałî asman exwa!
gêjełûkey tîj hełkirdûy wiłatî temen nasor
legeł xoyda hezaran dił řapêçî mirdin eka.
***
kiřêwekey, çiley meynet, sałî bêbeharî şar
nebřayewe, wek şewanî derûnî piř le hawar
nebřayewe dengî qirçey daykî cergihełqirçaw
nebřayewe kispey hewał, heniskî gerûy azar.
***
çawî zistan, wekû çawî xełkekey êre waye
ew baran û, em firmêskî xwênînî diłî tyaye
ey wiłatî kwêrewerî, wiłatî naw şewezeng!
wekû ême, be bałay toş biřawe em sizaye.
***
ey gořistan, ey gořhełken, êmeş le şewî gyana
hemû řojê, gořhełkenîn le seywanî jyana
ey payîzî na’umêdî, ber lewey werzî to bê
werzî ême, zor demêke wa le girye û xezana!