le nexoşyekî giranda

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  464 views
ẍemêkim lê bixon yaran, nexoşêkî perêşanim
eger êweyş ẍemim naxon, xeber ken qewm û xwêşanim
biłên: ba bête ser weqtim biraza û xwarza û xałim
dyar axir nebim ḧeyfe be bê kes derbiçê gyanim
be me’lûmî dezanim derdî merge wa yexey girtûm
le dest pencey ecel zeḧmet xelasî bê girîbanim
esef bo mirdinim naxom; welê bo bê kesî xome
ke şew ta řoj denałênim nîye kes bête mîwanim
nexoşî xoşe lakîn derd û mîḧnet bote serbarim
meger lutfî xwayî bê bibexşê derd û dermanim
besed luqmanPerson û eflatûnPerson ’îlacî derdî min naken
ẍerîbî û bê kesî xom bote ’îllet lêm, ke deyzanim
be bê kes mirdinim pê xoşe min, bo axîret çake
xuda xoy bê kese, bełkû bika řeḧmê be îmanim
gelêkim ḧesrete, çunke le dû ewladî neslî xom
yekêkim bo nîye mewcûd biłêy: min gwê le fermanim