yadî nîştimanim

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 2 minutes  572 views
dexîl badî seba; teşrîf bere bo xizmetî yarim
bike ’erzî xilusî «min» kewa meḧrûmî dîdarim
demêke dûr le yar û mewtin û dîdarî yaranim
be daẍ û firqetî dûrî zelîl û dił birîndarim
derûnim piř şeřařey ḧesret û hîcranî yarane
xuda key bê bika řeḧmê; be ḧałî xesteyî zarim
hetakey dił le ẍurbetda binałênê le mîḧentida
bimênim min le ḧesretda, nebê kes bo mededkarim
be sozî îştyaq û çeşmeyî serçawey çwarbaẍ
binałênê û bisûtê sîneyî piř derd û azarim
le sînemda gelê daẍe, heway cobarî kanîskan
zemanê, ew bû řêbaz û meqam ahûrî tatarim
ḧeyat; bû çeşmesarî serçinar û kanîy nawgirdan
emêsta bote me’wa û meskenî sercumle eẍyarim
meqamî deştî kolk,Location zahîra mabê be seyrangah
weyaxu bote cadey otme bêl û ... swarim
debê seyranî darî şêx ’ebas mabê wekû caran?
be sebzezar û piř guł bê wekû dû çawî xunbarim
meger wêrane çawey kanî masî ya ne her wek xoy
emêstaş piř le murẍ û mahîye mawe be řûbarim
biłêy pêş tekyekey şêx marfPersony merḧum debê çon bê?
le dest teyare û bombay zemanî par û pêrarim?
miḧelley serşeqam wextê ke cadey qapî beẍda bû
emêsta bote cadey otmebêl boye ẍembarim
be serdî û xoşî mawe awî ḧewzî xanesûtaw yan?
ewîş serçawekey lêłe, le dest çerxî keç etwarim?
xetay çerxî denî teb’e, kewa min dił perêşanim
ke dîdar axrî kirdûm, xuda bigrê sebebkarim
xudaye firsetim dey bełkû ta çakî girîbanî
negirtûm û ecel mawem; biçim bo xizmetî yarim
demêke «xałe mîrzaPen name» arezûmendî «zyaret»ye
le xizmetî zatî «kak eḧmedPerson» bese lem jîne bêzarim