yadî lenîn

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  686 views
be serkirdeyî berzî hawřê lenîn,
kişa leşkirî şořşî sûrî çîn,
 
be zanist û bîr û be xwên û ’ereq,
şewî ademîzadî xiste şebeq
 
birader lenîn,
be ’ezim asnîn,
ke pêy naye jîn,
serî berze çîn.
 
bijî yadî pîroz û berzî lenîn!
bijî das û çekkuş! bijî ḧîzbî çîn!
bijî şořşî yekxerî gişt gelan!