xozgey hejar

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  983 views
- perde hełkişa -
baramegul be peřoy xamî çiłkin birînekanî dest û qaç û milî pêçawe. le taw azar le bin sêberî dirextî şeqamda çîçkey kirduwe... lengerî leşî xistuwete ser goçane lar û gêřekey... beramberî ew derwazey beytałxaneye... espêkî jan kirdû be dest nokerî aẍaweye, beytał xerîke termomîtir (germî pêw) le komî wiłaxeke der’ehênê û eydate ber şûşey çawîlkekanî bo xwêndinewe... madamêkî teřpîrîş xoy le podreyekî xesta gewzanduwe, be liç û lêwêkî xwênawîyewe tûleyekî nexoşî girtuwete baweşî, layana westawe... madam tûlekey wekû minał řa’ejenê bo sûk kirdinî azarî....
baramegul
bedem giřî tawe, be goranî:
em koşke, koşkî çwarpêy nexoşe,
boye wa berze û gewreye û xoşe!
tifaqî û derzî û dewa û destûrî,
piřferşîy û pakîy tewîle û jûrî
mayey ḧesretî dûpêy hejare
ke duktor deway naka bê pare!
sa xozgey hejar: be gacûtî beg,
be espî aẍa, be tancî, be seg!
- perde dakşa -