pênc xiştekî wirya kuřî qani’ leser şî’rî bawkî

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  700 views
ey weten! ey yadgarî erdelanî tacdar
ey weten! ey hêzî ejno û merhemî zamî cexar
çunke xem çwar dewrî girtim dême basî çwar çwar
çwar şitin ‌emřoke bûne negbetî kurdî hejar
cehil yek, diłpîsî dû, bê ’eqłî sê, dawa çwar
bo kizî û paşkewtinit wa dême ser giryan û řo
ba kesîş hawdem nebê, şîwen ekem her xobexo
gwê kire ey nîştiman, da pêt biłêm bo pestî to
men’î pêşkewtin eken lem xakmane çwar giro
xan yek, serdar dû, begzade sê, aẍa çwar
baxewanî baxim û emma le mîwey bê berîm
kes nîye cergî bisûtê bo peşêwî û serkizîm
wa serim şêwawe xoyşim qet be xom nazanim çîm
nayełn boxom řeḧet bim, serbexo tawê bijîm
ecnebî yek, mame dû, eqta’î sê, kwêxa çwar
bê legełma quř bipêwî ew kesey hawferdime
haw xeyał û haw nimûney, ah û řengî zerdime
şêt û sersamim le daxa wa ke herde û herdime
min le daxî serkizî em mîllete çwar derdime
sîl yek, malarî dû, kwêrî sê, îsqa çwar
derdekem derdî girane, kes nezane û kes nenas
tawê wêłî ser çyam û tawê şêt û tawê kas
baweřim pê ke bewełła bê diro û bê bas û xwas
yadgarî řencî pencey kurdekane çwar esas
qesir yek, aras dû, şamat sê, beẍda çwar
bo nenałê dił le daẍa, bo nesûtê wek kebab?!
şorî giryan û heniskim wa lecêy çing û řubab
qum be qum zuxawî cergim, xom enoşim wek şerab
baz bûm bałî şikanim çwar bełay neḧsî xirab
xaneqa yek, tekye dû, ’emmame sê, ’aba çwar
dwê le řêda, ah û nałey diłbirînê hate gwêm
seyr ekem bawkî ezîzim, wirde wirde hate řêm
pêy witim nazanî wiryaPerson, boçî min wa dêm û kêm?
çwar sifet mewcûde bo min, boye hîç kes nayewêm
«qani’îPen name» yek, şi’ir dû, řûxoşî sê, mella çwar