meke îxlafî ew we’dey ke fermût

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  3614 views
meke îxlafî ew we’dey ke fermût
dexîlit bim ke xaney sebrekem sût
le řût û qûtî wek min řû[t] mepoşe
ke wesłî toye qûtî ’aşiqî řût
mujet qullabîye hem tîr û hem şîr
birot mîḧrabîye hem taq û hem cût
le sindûqî piřî sînem bitirse
ke agir ber bidate text û tabût
leber xendey lebî le’lî eto bû
ke wa şekker debarî, guł depşikût
dekey nexçîrî sed dił her be tîrê
îlahî her bimênê dest û bazût!
çi şîrîne xutûtî dewrî lêwit
bełê me’lûme xoşe xettî yaqût
he nalîPen name! bełkû bîkêşî be nałîn
binałe, damenîşe mat û mebhût