kakî załim

From the Book:
Şaxî Hewraman
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  500 views
załim were bo xatrî xincêrî debanit
bo xatrî ew biřnewe kirdûte le şanit
tirsawim le ew lûle demançey serî řanit
bimbexşe be sinduqî serî xot û kuřanit
bes hełmije xwênawî serî karîgeranit
řebbî kiçeket hełbigrin bo penî şaran
saqî bê jinit, gişt şewê bo meclîsî yaran
xot û kuřeket tund bikene meḧbesî şaran
ta destit nebê carîkê to her wekû caran
yařebbî bemîratit kewê ałf û danit
mam ḧacî etoş labe keşîdey fiř û fêłit
têr nabê behîç çiştê yeqîn dîdeyî lêłit
ba bes bê selem kirdinî naw hobe û xêłit
řastikerewe fîkirî diłî çewt û çewêłit
lexwam gereke kone kirî gencî dûkanit
---------Missing
---------Missing
min û to herdû kuřî kurdî hejarîn
herdû wekû yek lare mil û serkiz û xwarîn
bo ḧukmim edey çawgeyî efsad û xeyanet
polîs be fîday fîşekekey şan û milit bim
her xom be fîday qondereke û qaç û qulit bim
qurbanî zigî birsî û ’inwanî zilit bim
des hełgire lem zułme newa çing û milit bim
ahî minî mezłûm mehawe serî şanit