her bo kurdistan

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  299 views
ba zincîr mil û meçek, qołim hemûy dabřê
ba dujmin destî be şułk û qamçîm leser dagrê
ba xwên bizête gişt leş û têkřa endamekanim
ba bendîxane bibête cêgay řoj û şewanim
ba şwênim kuncî zîndanî tarutun û pîs bêt
ba gułî jînî cwanî lawêtîm bê şewq û sîs bêt
min her le hewł û xebat koł nadem hetahetaye
her bo kurdistan ejîm û emirim ta gyanim tyaye