xwawendî wefa

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 2 minutes  260 views
zilêxay yemen, leyla yan şîrîn
key be to bûn ey gyanî şîrîn
key beqeder to xawen wefa bûn
key ewendey to çeştey siza bûn
key wek to wefadar û diłsoz bûn
key be çeşnî to beřast û soz bûn
min biřwa nakem hîçyan be «wefa»
şanî le piley emřokey to ba
keçî jyanyan dastanî emřon
leser zimanî nek her min û ton
bełkû hezaran kesî em dinyaye
basî diłdarî û wefayan eka
hetahetaye basyan emênê
mêjû bo hemû dewrê eyniwênê
beweşda emřo xełkî em deme
wefay êmeyan her leser deme
ewey nimûney sedey emřoye
xoşewîstîyekey her min û toye
komełanî xełk, gişt wefay toy jîr
bo yek bas eken sawa û law û pîr
bo nimûney řast basî êmeye
le herçî şar û dêhatê heye
ewîş her çakey toye betenya
bûyte nimûney řastî bewefa
boye eweşim baş leber çawe
sedan sałî keş lemřo bedwawe
mêjû her basî wefay to ekat
em xoşewîstîye řastîye der’exat
ew hełbestaney kewa nûsîwmin
her yekey letê le cergî minin
giştyan şayetî wefadarîy ton
leser diłdarî û řastîman eřon
em wefa û řastî û diłsozîyet xo
minî kirdote peristerî to
wefay to nawî wa derkirduwe
hergîz wekû to wefadar nebuwe
boye min be xway wefat da’enêm
çunke toy kewa jyan edey pêm
toy ke her dił û gyanî min bît
hoy bextyarîy jyanî min bît
toy kewa legeł minda herdûkman
pêkman hênawe yek leş û gyan
her yeke nîwey ewî tirmanîn
yek leşular û yek dił û gyanîn
kewate îtir gyane lemewla
bo mêjûş her toy xwawendî wefa
minîş ew taqe koyletim kewa
ta ejî berew řût kiřnûş eba