min kêm û to kêyt

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 4 minutes  424 views
min qamîşe şikawêkim
zele fiřê dirawêkim
le sere řêy meynetîda
le çeqî xem û pestîda
toş nayêkî şîrînî cwan
pencey huner, hunermendan
etcûłênê bo saz be naz
be awatî cwantir awaz
min bûkeşûşey minałim
jîrkerim hoy giřugałim
min «yarî»y minałewrdekem
bêfeřtirîn bûkeşûşem
toş peykerêkî pîrozî
řêkupêkî, berzî, qozî
dyarî û qurbanît bo eden
bekomeł qoçit bext eken
min gułêkî danewêłem
zerd û milkeçî dirwênem
milim be das heł’ebřiřê
laşem le deşt fiřê edrê
bê goř û şwên bedem bawe
laşem wirde û tûř dirawe
toş kêłgeyekî berînî
nemrî, cwanî, şîrînî
maweyek cwan girtimte xo
wişkit kirdim herwa bê ho
bê xwaḧafîzî berit dam
herweha wazit lê hênam
min henaseyekî sextim
kip û bêdeng û bêbextim
ahêk ke hîç řengî nîye
le derçûnîş bêberîye
toş awazêkî becoşî
goranîyekî zor xoşî
leser sedan lêw û demî
dûr le naxoşî yan xemî
le xom epirsim ke min kêm?
derûnî xom epsêt lêm
madem min xom be xom ełêm
xom epirsim kewa min kêm
aya min parçey kiłołîm
biçûktirîn beş û letîm
yan kiłołî lete le «min»
biçûktirîn kerte le min
yekêkman her lewî tirîn
boye wa be yek hogrîn
min pełehewrêkim ke ba
sedan emlawlam pê eka
be hewawe aware bûm
nabarênim çunke tînûm
aya hewrîş heye tînû?
bêseruşwên, aware bû
ew firmêskey eybarênim
zûxawe giştî eřjênim
zûxawî dił eyřjênê
ew diłey xwên edełênê
wa bêtîn û şeket buwe
ewende sizay çeştuwe
çawekanim waq wiřmawin
le tirûkandin westawin
ewî «xoşî» yan «şitê» bê
ewan her gałteyan lê dê
nełêy diłim her sadeye
bełkû dû gilêney heye
bewan hest be azar ekem
hest be řoj şewî tar ekem
eger ewan nebûnaye
hestyan be min nedabaye
ne xom weha baş enasî
ne emzanî toş çi kesî
min şetłêkî gelê sawam
biçûk, dûpel wa le bintam
gwêm le dengî bulbul nîye
nazanim xoşxiwanî çîye
ew payeyem nîye ke wa
gwêm le soz bê le hîç wexta
toş darêkî gewre û berzî
xawen gopkî hezar terzî
pel û liq û gełat zore
bulbul û lan hemecore
hêlaneyan leser pelan
dirust eken be dił û gyan
soz û awaz û goranî
řoj ta êware û beyanî
bot ełên û pêşkeşte ken
bê ewey dił le dił biden
giştî bo xote betenya
kes hawbeşt nîye têyda
legeł ewey ke awit edat
heta popem nuqim ekat
min be carê exnikênê
gyanî şîrînim derdênê
min zelkawêkî biçûkim
bênirx û bêbeha û sûkim
boq nebê hîçî tya najî
qewze û hełm be naxoşî
dewr û seryan wa girtûm
wa eḧwałyan şiř kirdûm
tîşkî řojim qet lê nadat
awat be lay diłma nařwat
toş mêrgêkî cwan û şîrîn
piř le gułan sewz û berîn
nêrgis û gułî wenewşe
kam gułaney bonyan xoşe
kam gułaney gelê cwanin
leser řûy toda řwawin
tîşkî řoj be řengekanî
her ḧewt řenge cwanekanî
pexşan ebê be ser toda
diłit piř le awat eka
eme to bît ca emin kêm
derûnî xom epirsê lêm
belemêkim řê bizirbû
aware û řê hełekirdû
şepolî aw be emlawlaw
herdem be layekmida eda
kewtûmete şewêk ke řê
her nazanim bo kwê eçê
awatme ke nuqim bim
yan bo řoxî derya biçim
bigeme ewê ewsa lewê
tozê wiçanim ber kewê
betema bûm kewa bigem
bełam daxekem daxekem
min ew kesem ke çend sałe
jînim bedbextîye û tałe
petî qenarem le gerdin
le mil şetek dirawe tun
bebê ewey gyanim derçê
yaxud wazim lê bihênrê
mirdin leme xoştirêke
her satêkim mirdinêke
îtir min çonim pê xoş bê
ke nawî tom le la bibrê
le katêkda ke to tenya
em gişt sizayet be min da
toyt hoy jyanî sextî min
bûyte hoy wa lê kirdinim
nizîk merg yan mirdinim
ba kota bê baskirdinim
çi bêwefa û bêbarêkî
çi jehrêkî, çi marêkî
eger«řûnakî» nebwaye
sed «tarîkî» bihataye
hîç kes řiqî lê ne’ebû
bîrî bo řoj her ne’eçû