kip nakirêm

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  258 views
henawî min, ax û diłim, hemû gyanim
gişt agire baş bimnase min burkanim
emřo be zorî zordarî serit girtûm
zor bextyarî kewa êsta kipit kirdûm
bełam gewcî, zor lajgî ey hîç nezan
bîrkerewe min burkanim, burkan, burkan
hemû qînim, têkřa tînim řiqî tołe
eypêçmewe eyankeme yek girmołe
a lew katey ke to le xoşî û bextyarîday
lew xoşîyey min kipkirdinewey têyday
lew kateda eteqmewe, çon teqînê
to û ewaney ke wekû ton bitoqênê
eykem be yek parçe agir hemû dinya
nayełim bistêk cêt hebê ke bijî tya
etsûtênim, etbirjênim, etmirênim
tołey ew kirdewe qełbanet lê estênim
hetakû pend bê heta bas bikirê
kes netwanê îtir demî burkan bigrê