her min û şîrîn

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  281 views
hîç kes nema, kewa bextyarî serî lê neda
diłxoşî neka, jînî ser nexa lem cîhaneda
meger ewaney wek min kiłołn, wek min kesasin
le deryay xema nuqim bûbêtin şadî nenasin
egîn bextyarî be řîz dinyay girt kesî hełnebward
çuwe lay gişt kes bepêy twana şadî pê sipard
min û şîrînş wekû em xełke her çaweřwan bûyn
bo pêşwazîçûnî lêkman edawe û boy bêwçan bûyn
keçî katêk hat êmey hełbiward bew gişt hîwawe
her çen bangiman kird bigeřêwe negeřa dwawe
ew bêwîjdane min û şîrînî wa becêhêła
bêkes le deştî kakî be kakî bêhîway çoła
lecyatî xoşî pestî û naxoşî bexşî be ême
bê eweş, yekey hełdayne cêyek lem deşte dême