kiçe ladêyî

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  335 views
kiçe ladêyî şîrîntir le mang
perît nagatê be biro û birjang
pirçî dirêjit bewêney řeşmar
beser nawşanta hatuwete xwar
řûmetî ałit wekû sûre sêw
zerdexeneket, nîşaney lay lêw
milwankey mêxek legeł mûrûy şîn
gelê cwantirin le xişłî zêřîn
bûyt be qîbley lawî der û şar
çunke cwanîyeket xwakirde û bê kar
ne be derman û ne sûruspîyaw
ne hełgirtinî řû be şirît û daw
wa řêkupêkît, cwanîy xwakirde
bûyt be askî le min řakirde
tuxwa ey cwan le min wêł mebe
fîrî řimbazî û mekir û fêł mebe
çunke wêłî cwanîy xwakirdim
tûşî to hatim ... henawit birdim
êstaş em deşt û kêwem egêřî
baxçey derûnim be so edêrî
minîş hetakû tînim tya hebê
be dwata wêłim ta hêzim ebê
înca kewate řûyekim têke
be çawî cwanit zamêkim lêke
ba nîşane bê bo yadgarî
leser sînema bewêney dyarî
hetakû emirim her bikulêtewe
şêwey cwanî toy pê bîr bêtewe